‘Ziman nasname ye xwedî li nasnameya xwe derkevin’ 2019-05-15 09:06:15   Hesna Muhemed   ŞEHBA - Mamosteyên zimanê kurdî bi coş û berxwedanek mezin Cejna Zimanê Kurdî pêşwazî dikin û dibêjin: "Ziman û çand nasnameya mirovan e, divê mirov jî xwedî li nasnameya xwe derkevin."   Di 15'ê Gulana 1932'an de Kovara Hewarê bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan li Şama Sûriyeyê hat derxstin. Di kovara Hewarê de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye. Yekemîn hejmara kovara Hewarê di 15'ê gulana 1932'an de derket û heta 15'ê gelawêja 1943'an 57 hejmar derketine. Loma Gelê Kurd her sal 15'ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Têkildarî mijarê mamosteyên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne nêrînên xwe bi Ajansa me re parve kirin û gotin: "15'ê Gulanê li Rêberê mirovahiyê Rêber Abdullah Ocalan û li berxwedana zindanan pîroz be."   ‘Ew çi bikin bila bikin em ê dev ji zimanê xwe bernedin’   Mamosteya bi navê Evîn Ehmed axivî û got: "15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Serok Apo û bexwedana zindanan pîroz be. Her mirovek di cîhanê de bi ziman û çanda xwe tê naskirin. Dewleta Tirk Dema êrîşî Efrînê kir di heman demê de xwest ku zimanê me tune bike. Êrîşî dibistanan kir. Lê ew çi bikin bila bikin em ê dev ji zimanê xwe bernedin.”   Evîn wiha dom kir: "Li Şehbayê em weke mamoste xwedî li ziman û çanda xwe derdikevin. Me perwerdeya zarokan domand, berxwedana me li vir j bo parastina zimanê dayikê ye, ji ber ku ziman nasnameya mirovan e. Ziman nasname ye xwedî li nasnameya xwe derkevin."   ‘Em dixwazin bi Rêberê xwe 15’ê Gulanê pîroz bikin’   Mamoste Xêriyê Muhemed jî derbarê 15’ê Gulanê de wiha got: "Tevî zor û zehmetiyên ku em dijîn bi moralekî mezin em xwendekarên xwe fêrî zimanê dayîkê dikin. Armanca me girêdana gel a bi zimanê xwe ye, em bi hêvî ne ku ev sala nû salek pîroz be û em bi Rêber Abdullah Ocalan re Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin. Em dixwazin bi Rêberê xwe 15’ê Gulanê pîroz bikin."   ‘Dewletên dagirker ji bo tunekirina Gelê Kurd ziman û çand hedef girtin’   Mamoste Şêrîn Hesen Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got: "Me di Efrînê de cejna xwe pîroz dikir, lê niha li Kantona Şehbayê bi rihê berxwedana gel em dîsa Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Dewletên dagirker ji bo tunekirina Gelê Kurd çand û ziman her dem hedef girtin. Em ê bi hemû hêza xwe berxwedana xwe berdewam bikin û zarokan fêrî zimanê wan bikin ji bo civakek demokratîk. Em mamoste li hember dagirkeriya dewleta Tirk disekinin û dibêjin kes nikare îradeya me bişkîne."