ROJEVA 15'ê GULANA 2019'AN 2019-05-15 09:00:00   *Jinên Efrînê yên ku li Kampa Berxwedanê ya navçeya Fafînê ya Şehbayê bi cih bûne, li ser berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, hatibû destpêkirin wiha gotin: "Em ê bi îrade û hêza jina Kurd tecrîdê bişkînin û Serok Apo azad bikin." DÎMEN HEYE   *Mamosteyên zimanê kurdî bi coş û berxwedanek mezin Cejna Zimanê Kurdî pêşwazî dikin û dibêjin: "Ziman û çand nasnameya mirovan e, divê mirov jî xwedî li nasnameya xwe derkevin."  DÎMEN HEYE   *Mamosteyên pêşdibistanê yên Mexmûrê derbarê 15'ê Cejna Zimanê Kurdî de diyar kirin ku ziman nasnameya gelekî ye û wiha gotin:"Zimanê me rûmeta me ye. Peywira me ya jê herî girîng yek ew ê ku em li zimanê dayika xwe xwedî derkevin û zimanê xwe hînî zarokên xwe bikin." DÎMEN HEYE   *Bi wesîleya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî mamoste Meqbûle Bekî got: "Li Rojavayî Kurdistanê bedelên fêrbûna her tîpeke Kurdî dilopek xwîna şehîdan e. Ji ber vê jî ez ji tevahî gelê Kurd ji bo her çar parçeyên Kurdistanê dibêjim, xwedî li zimanê xwe derkevin, têkoşîna vê yekê bikin da ku em nifşên xwe yên pêşerojê bi zimanê zikmakî mezin bikin."  DÎMEN HEYE   *Jina êzidî Înas Qasodî ku piştî 5 salan ji aliyê QSD'ê ji destê DAÎŞ'ê hat rizgarkirin û hat Şengalê diyar kir ku jiyan ji bo wê ji nû de dest pê dike.    *Girtiyê bi navê Abdullah Aksu ji 1’ê Adarê de di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Emîne Aksu wiha got: “Ger li dijî zilmê serî neyê rakirin wê zilm pêşiya mirovan bernede. Zarokên me ji bo me berxwe didin, em ê jî ji bo wan berxwe bidin. Ez bawer dikim, wê çalakiyên grevan bi ser bikevin, em ê bigihêjin serkeftinê.”DÎMEN HEYE   * Gumanbarê îstîsmarê S.B di rûniştina yekem de ji aliyê dadgehê ve hat tahliyekirin û daxwaza Baroya Mafê Zarokan a Baroya Wanê ya tevlîbûnê jî red kir. Parêzer Ekîn Yeter diyar kir ku tevî ku divê zarok di bin parastinê de be bi malbatê re tînin cem hev û got ew wê dosya dozê bişopînin, divê saziyên jinan û wezaret jî bişopînin.   *Jinên xwedî li berxwedana zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de ne derketin û kolanan terk nakin diyar kirin ku divê rojeva her kesî grevên birçîbûnê bin û tecrîd bê şikandin. DÎMEN HEYE   *Ziman hêmana bingehîn a hebûna gelan e. Dema ziman nebe ew gel tune dibe, ji xwebûna xwe dertê, ji hev belav dibe û bi demê re winda dibe. Ji ber wê xwedîderketina li zimanê xwe xwedîderketina li hebûn û li civaka xwe ye. JI PÊNÛSA JINAN