Dayikên Kobanê ji bo piştigiriya Dayikên Bakur meşiyan 2019-05-15 08:32:31   KOBANÊ - Bi dirûşma "Em ê tecrîdê bişkînin faşizmê hilweşînin û Rêbertî azad bikin" bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Suriyê bi armaca piştgiriya çalakiya rojiya mirinê meşek hat lidarxistin.   Bi dirûşma "Em ê tecrîdê bişkînin faşizmê hilweşînin û Rêbertî azad bikin" bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Suriyê bi armaca piştgiriya çalakiya rojiya mirinê meşek hat lidarxistin. Dayikên Kobanê ji bo piştigiriya Dayikên Bakur meşiyan û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Meş li parqa şehîd Fatma dest pê kir. Di meşê de dayikan laçikên spî dabûn serê xwe û wêneyên çalakvanên Greva birçîbûnê, Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger hildan.   Paşê meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Leyla û hevalên wê" gel ber bi sînor ve meşiyan. Piştî meşê li ser navê Kongreya Star Semîr Ahmed wiha got: "Îro em dayikê Kobanê piştgiriya çalakvanan dikin, çalakiya ku bi pêşengtiya Leyla Guven dest pê kiribû û hîna berdewame, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo. Çawa dayikê bakur di dema şerê Kobanê de piştgiriya me kirin em ê jî îro xwedî li wan derkevin."   Piştî axaftinan agir hat pêxistin û çalakî hat bidawîkirin.