Feleknas û ca ya ku polîsan ew derb kir milê wê kirin alçiyê 2019-05-14 17:07:20   ÊLIN - Polisan duh li Êlihê êrîşî çalakiya dayikên ku xwestin balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê kiribûn. Di êrîşê de Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca rastî derbkirina polîsan hatibû û milê wê zerar dîtibû. Milê Feleknasê xistin alçiyê.    Duh li parka Ataturk a Êlihê dayikên ku zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne çalakî li dar xistibûn. Piştî çalakger kom bûn polîsan êrîşî dayikan kiribûn û çalakger derb kiribûn. Di êrîşê de  polîsan Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca ji derb kiribûn û milê wê zerar dîtibû. Milê Feleknasê xistin alçiyê. Di êrîşê de 11 kes hatibûn binçavkirin. Ji ber êrîşê Feleknasê çû nexweşxaneyek taybet û li nexweşxaneyê milê wê xistin alçiyê.    Feleknas, îro dîsa çû ber girtîgeha Tîpa M a Êlihê û piştgirî da malbatên girtiyan.