Li herêma Cizîrê bawernameyên şagirtan hatin belavkirin 2019-05-14 13:24:20   QAMIŞLO - Îro zarokên herêma Cizîrê bi dilekî germ û kenê ku ji ser lêvan winda nedibû bawernameyên xwe girtin û xatir ji dibistanên xwe xwestin.    Piştî neh heyvan ji perwerde û xwendina zarokan, îro şagirtên herêma Cizîrê yên dibistanên Seretayî, Amadehî û Navîn bawernameyên xwe girtin. Ji serê sibehê de zarokan da ku bawernameyên xwe bigrin xwe amade kirin û bi kelecanekê berê xwe dan dibistanên xwe û bi hêviya ku bawernameyên xwe bigrin da ku asta xwendina xwe nas bikin.    Bi amadebûna Komîteya Rêvebirina Dibistanan (KRD)ê bawername li şagirtên tevahî dibistanan hat belavkirin.   Armanca me avakirina nifşekî xwedî çand û exlaq e   Endama Komîteya Perwerdeyê di KRD'ê Sena Casim derbarê dawiya sala xwendinê de wiha got:"Îro deriyê dibistanan tên girtin û bawername li zarokan hatin belavkirin. Em keda şagirt û mamosteyan jî silav dikin û bi hêviya sala nû de asta xwendin û perwerdeyê ji wiha zêdetir be. Armanca me ew e avakirina nifşên nû xwedîçand û exlaq e."   Her wiha mamosteya ziman a li dibistana Cimayê ya bajarê Qamişloyê Huda Ebas diyar kir ku salek serkeftî û xweş derbas bû û got: "Baweriya min bi pêşeroja van zarokan pir heye, bi zimanê xwe xwendin tiştê herî  bi nirx e."