Mamosteyên zimanê kurdî: Parastina zimanê kurdî bi axaftin xwendin û nivîsandinê pêkan e 2019-05-14 12:30:03   WAN - Di çarçoveya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de mamosteyên kurdî nirxandin kirin. Mamosteyên jin diyar kirin ku parastina ziman û jiyankirina ziman bi axaftinê pêkan e.    Di 15'ê Gulanê sala  1932’an de bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan, li paytexta Sûriyeyê, li Şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Zimanê kurdî, di wê demê de  bi tîpên latînî hate xwendin û nivîsandin. Ji wê rojê şûnde  15’ê Gulanê  Cejna Zimanê Kurdî hat îlankirin. Perwerdekarên Komeleya lêkolîna ziman, huner û çand (DÎSA-DER)’ê bi minesebeta Cejna Zimanê Kurdî  li ser polîtîkayên pişaftin, qedexe û tunehesibandinê nirxandin kirin.    ‘Hewceye êdî hebûna zimanê kurdî qebûl bikin’   Mamosteya zimanê Kurdî û hevseroka DÎSA-DER’ê Evîn Adil destnîşanî girîngiya zimanê kurdî kir û diyar kir ku zimanê kurdî xwedî nirx û dewlemdiyeke mezin e û wiha axivî;”Ez 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li hemû gelê kurd û gelên cîhanê pîroz dikim. 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ji me re ji xebatên Mîr Celadet Bedirxan diyarî ye. Ev roj jî ji aliyê gelê kurd ve wekî Roja Cejna Zimanê kurdî tê pîrozkirin. Em jî wekî Komeleya Zimanê Kurdî xebatên xwe yên li ser ziman dimeşînîn. Ev sê roj e bi hevpeyvînan, xebatên atolyeyan û her wiha bi panelan em xebatan didomînîn û wê xebatên me  bidomin. Lê belê em dikarin bibêjin ku zimanê kurdî zimanekî ji rêzê nîne. Di Rojhilata Navîn de zimanê 4’emîn ê herî zêde tê  axaftin e. Zimanê kurdî berxwe dide. Xwedî bi hezaran peyvan e. Li dijî zimanê kurdî bêtehemulliyek heye. Heta ku pîrozkirina wê rojê jî tê astengkirin. Em wekî komeleya DÎSA-DER di bernameya me de xebatek ji 15’ê Gulanê  de daxuyaniya ji bo zimanê kurdî bû. Lê belê ev daxuyaniya me hate qedexekirin. Bi rastî ev tişt nayê fêmkirin. Zimanekî ku li Rojhilata Navîn di warê axaftinê de 4’emîn e û zimanê gel be û wekî şîrê dayika mirovî li mirovî helal be û ser vî zimanî daxuyaniyek bê dayîn û ew daxuyanî bê qedexekirin, ev şerm e. Divê dewlet vê şêwaza xwe terik bike. Ji ber ku zimanê kurdî bêyî fermiyetê bi sedsalane têk neçûye û wê tu car jî têk neçe û berxwedana xwe bidomîne. Zimanê kurdî heta ji Mîr Celadet Elî Bedirxanan û  Şêrko Bêkesan heta roja me ya îro hatiye. Ger ku zarok bi vî zimanî bixwînin û binivîsin ev tê wê wateyê ku ev ziman heya û hewceye qebûl bikin.”   ‘Her ku dayikek me binax dibe bi pê re peyvên me, çîrokên me û zimanê kurdî pê re binax dibe’   Evînê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser pişaftinên zimanê kurdî û got ku parastina ziman bi axaftinê pêkan e û wiha berdewam kir;” Li dîjî astengiyê û pişaftinan, ji bo zimanê kurdî pêwîstî bi berxwedaneke kurdî heye. Parastina ziman divê tenê ser komeleyan, zimanzanan, lêkolîneran re nemîne divê herkes di mala xwe de wekî şervanê zimanê kurdî bihesibîne û ziman bi vî awayî biparêze. Dema ku em di jiyana xwe de ziman nedin jiyankirin, em vî zimanî nefikirin û bi vî zimanî neaxivin em nikarin tenê bi lêkolînan biparêzîn. Ji ber vê yekê jî divê herkes bi taybetî jî dayik xwedî li zimanê dayîkê derbikevin. Ji ber ku ziman ji dayîkbûnê dest pê dike û di navbera dayik û zarok de ev têkilî çê dibe. Ji ber vê yekê jî rol û mîsyona jinan pir mezin e. Her ku dayikek me binax dibe pê re peyvên me, çîrokên me û zimanê kurdî  binax dibe. Em dixwazin ku hemû dayîkên me, ciwanên me û zarokên me jiyana xwe bi kurdî bijîn. Em ê bi vê nêzîkbûnê agirê şoreşa zimanê kurdî geş bikin.”    ‘Parastina ziman bi axaftinê pêkan e’   Mamosteya zimanê kurdî Guneş Oymen Korkmaz jî 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got ku ziman hebûna mirovahiyê ye û wiha axivî;”Bi salane li ser zimanê kurdî polîtikayên têkbirinê û tunekirinê hene. Parastina me ya li dijî van astengiyan divê bibe axaftina bi Kurdî. Li her derê em zimanê xwe xeber didin. Mirov çiqas bi zimanê dayikê bipeyive mirov di warê zanistiyê de jî ewqas zêde pêş ve diçe. Zarokê min jî nikare kurdî xeber bide ji ber ku derdora wî tev tirkî xeber didin. Zimanê kurdî wekî zimanekî bindest dibînin. Lê zimanê kurdî xwedî nirx û dewlemend e. Zarokên kurd televîzyon temaşe dikin, televîzyon tirkî ye. Li telefonê dinêrin ew jî tirkî ye ev jî ji aliyê derûnî ve pêşiya nebaşiyan vedike. Zimanê me hebûna me ye. Ger ew tune be tu wateya têkoşîn û hebûna mirov tune ye. Bi zimanê kurdî biaxivin, bixwînin, binivîsin û li berxwe bidin."