'Qetilkirina jinan sûcekî mirovahiyê ye' 2019-05-14 09:18:06   Sorgul Şêxo/Ronîda Hacî   HESEKÊ - Di demên dawî de li Kantona Hesekê 6 jin hatin qetilkirin. Berdevka Kongreya Star Jiyan Hisên derbarê mijarê de got:"Qetilkirin ne çare ye. Qetilkirina jinan sûcekî mirovahiyê ye."   Bi destpêkirina Şoreşa Rojava êdî bi hezaran jinên kurd Ereb û Suryan jî xwe ji hişmendiya baviksalarî rizgar kirin û her kêliyên jiyana xwe di nava lêgerîna azadiyê de derbas dikin. Bi hezaran jinên Ereb da ku gelê xwe biparêzin tevlî YPJ'ê bûn. Lê hîn jî tundiya li ser jinê didome.  Bi pêşengiya jinên Kurd jinên Ereb û Suryan bi yekîtiya xwe gel, çand, dîrok û îradeya xwe yên bi hezarê salan hatibû windakirin, ew birêxistin kirin û çand û dîroka wan ji pişaftinê parastin û rêxistina jinan xurt kirin. Derbarê vê mijarê de Berdevka Kongreya Star a Kantona Hesekê Jiyan Hisên got: "Em li dijî qetîlkirina jinan in, pirsgirêk bi rêbazên cuda jî têne çareserkirin qetilkirin ne çare ye."   6 jin hatin qetilkirin   Jiyanê got di heyva Adar, Nîsan û Gulanê de nêzî 6 jin hatine qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jin ji ber sedemên ne diyar ve tên qetilkirin. Tên dardekirin, tundî li wan tên kirin. Çiqasî pirsgirêkên malbatî û jinê hebin bi riya nîqaşê re çareser dibe, lê qetilkirin ne çare ye."   Veşartin rê li ber dubarebûnê vedike   Jiyanê diyar kir ku adetên civakî gelekî bandor li ser zihniyeta wan kiriye û wiha pêl da axaftina xwe: "Dema ku jin tê qetilkirin, sedemên wê veşartî dimîne û nahêlin sedem eşkere bibe. Lê dema ku sedemên qetilkirinê were eşkerekirin dê rê li ber dubarebûnê  jî bê girtin."   Çima jin dibe qurbana şaştiyên mêran?   Jiyanê balkişand ser qetilkirina jinan û wiha pê de çû:"Çima her tim li ser şaştiyên zilam jin dibe qurbanî û tê qetilkirin? Qetilkirina jinan rê li ber karesatên civakî vedike û dihêle civak ji exlaqên xwe dûr bikeve."   Divê jin û civak têgeha azadiyê baş fêm bike   Jiyanê got ku divê ku jin û civak têgeha azadiyê baş fêm bike û wiha dom kir: "Em qebûl nakin jin bibe qurbanî û divê jin û civakê bi tevahî têgeha azadiyê û wekheviyê baş fêm bike da ku bikaribin civakeke azad û wekhev bidin avakirin."   Hemle dewam dike   Jiyanê hemleya ku Rêxistinên jinan dest pê kiriye bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kongreya Star, Rêxistina Sara û Qada Civakî me dest bi hemleyekê ji 16'ê Adarê de kiriye û heya niha jî berdewam e. Semîner û civînan li gund, tax û navçeyan li dar dixin bi armanca guhertina zhiniyeta civakê û rê li ber qetilkirina jinan were girtin. Ji ber ku qetilkirina jinan sûcekî mirovahiyê ye."