'Hêrs û berxwedana jinên Efrînê gihaştiye asta herî jor' 2019-05-14 09:06:36   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Navçeya Şêrewa bi cih bûne û berxwedana xwe berdewam dikin, di derbara êrîşên dewleta Tirk de wiha gotin: "Em tu carî ji êrîşên dewleta Tirk natirsin, em jinên Efrînê li vir in û berxwedana xwe berdewam dikin. Hêrs û berxwedana jinên Efrînê gihaştiye asta herî jor.”   Piştî êrîşên dewleta tirk bi hezaran Efrînê li Şehbayê bi cih bûn. Niha jî dewleta tirk bi lêkirina dîwarê di navbera Şehba û Efrînê êrîşek nû pêk tîne. Jinên Efrînê têkildarî mijarê de gotin:"Gelê li Efrînê  58 rojan ber xwe dan, niha li Şêrewa û Şehbayê jî berxwedana xwe berdewam dikin. Em parçekirinê qebûl nakin. Efrîn jî ji Sûriyeyê ye. Her û her êrîş û gefên dewleta Tirk li ser Şêrewa tên kirin, lê em ji van êrîşana natirsin û serî natewînin."   'Em tenê Efrînê dixwazin'   Jina bi navê Leyla Dedo axivî û got: "Me li Efrînê 58 rojan li hember êrîşa dewleta Tik li ber xwe da, niha jî li Navçeya Şêrewa berxwedana xwe berdewam dikin, bila dewleta Tirk û dewletên Navnetewî bizanibin em ji vir naçin heta Efrîn rizgar nebe. Em Efrînê ji dijmin re nahêlin. Ji ber êrîşan me bi hezaran Şehîd dan. Em ji bo Efrînê her di nava tevgerê de bin."   'Bese ji bêdengiya dewletên Navneteweyî re'   Rûşan Sîdo jî bal kişand ser bêdengiya dewletên navneteweyî û wiha got: "Êdî bes e ji bêdengiya dewletên Navneteweyî ya li hember êrîşên dewleta Tirk û gefên wî li ser gelê Kurd. Di bin navê ol de dewleta Tirk jin, zarok, pîr qetil dike em matmayî ne li hember bêdengiya dewleta Sûriyê. Her roj êrîş li ser Şêrewa  tê, lê bila Erdogan bizanibe me di Efrînê de 58 rojan ber  xwe da, em ê li Şehba û Şêrewa heta dawiyê berxwedana xwe berdewam bikin."   'Bi avakirina sînoran dixwazin Sûriyeyê parçe bikin'   Emîne Hebeş jî wiha hestên xwe li hember êrîş û gefên dewleta Tirk anî ziman û got: "Em gelê kurd  axa xwe  ji dijmin re nahêlin, di şerê Efrînê de di bin êrîşan de me berxwedana xwe kir û erdê xwe ji dijmin re nehişt. Niha jî Erdogan bi avakirina dîwaran a di navbera Efrîn û Navçeya Şêrewa de dixwaze gelê kurd tune bike, lê îradeya jina Efrînê xurt e, wê bi îrade û hêza jinan ev sînor were hilweşandin.”   'Em gelê kurd li ser bingeha têkoşîna Kawayê Hesinkar mezin bûne'   Emîne di berdewamiya axaftina xwe de wiha ser berxwedana gelê Kurd axivî û got: "Efrîn a me ye, bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Efrîn a zarokên Efrînê ye. Li Rojava û li Başûr dewleta tirk her zilmê li Gelê Kurd dike. Niha nêzî 7000 kes ketine greva birçîbûnê û di bin îşkenceyê de berxwedana xwe berdewam dikin. Ew li dijî îşkence û zilmê li berxwe didin. Dewleta Tirk li Efrînê, şêwazên hemû êrîş û îşkenceyê pêk anî, lê em gelê kurd li ser bingeha têkoşîna Kawayê Hesinkar mezin bûne. Em tu carî teslîmkariyê qebûl nakin."   'Em  gelê Kurd xwedî maf û îrade ne'   Emîneyê herî dawî wiha got: "Her û her gelê xwedî îrade û maf bi ser dikeve. Em jî gelê xwedî maf in. Em axa xwe ji dijminê xwe re nahêlin. Em ê Efrînê ji destê dijmin bistînin."   'Îradeya me li hember planên dewletan lawaz nakeve'    Heyfa Ehmed jî wiha axivî û got: "Her tim êrîş li Gelê Kurd tê kirin. Niha li Şêrewa jî rastî êrîş û gefên dewleta tirk tên, lê tu carî em ji vir naçin heta venegerin Efrînê. Dewletên navneteweyî li gor berjewendiyên xwe êrîşî gel dikin, lê em gelê kurd yek in û îradeya me tu carî naşkê li hember planên dewletan. Divê rejîm jî li hember van dîwaran helwestên xwe bidin nîşandan ji ber Efrîn parçeyek ji Sûriyê ye."