ROJEVA 14'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-14 09:00:00   *Jinên Efrînê yên ku li Navçeya Şêrewa bi cih bûne û berxwedana xwe berdewam dikin, di derbara êrîşên dewleta Tirk de wiha gotin: "Em tu carî ji êrîşên dewleta Tirk natirsin, em jinên Efrînê li vir in û berxwedana xwe berdewam dikin. Hêrs û berxwedana jinên Efrînê gihaştiye asta herî jor.” DÎMEN HEYE   * Endama KPC-D'yê ya Hesekê Jînda Ehmê derbarê 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de diyar kir ku ziman ne tenê kilîta dev e ya dil e jî û wiha got:"Ji me re şermeke dîrokî ye ku em xwedî li zimanê xwe dernekevin. Şoreşa Rojava çavkaniya pêşxistina zimanê Kurdî ye. Divê em vê şoreşê her di dilê xwe de bidin jiyîn û li zimanê dayika xwe xwedî derkevi." DÎMEN HEYE   *Di demên dawî de li Kantona Hesekê 6 jin hatin qetilkirin. Berdevka Kongreya Star Jiyan Hisên derbarê mijarê de got:"Qetilkirin ne çare ye. Qetilkirina jinan sûcekî mirovahiyê ye."DÎMEN HEYE   *Yek ji karekterên girîng a anarşîzmê ya girîng Emma Goldman 79 sale ji nav me koç kiriye. Emma ku wekhevî û serbixwebûna jinan parast, diyar  kir ku pêşketina jinê, serxwebûn, azadiya wê divê ji wê bê û divê jin ne wek objeya seksê xwe wek şexs dane holê.   *Hevberdevka HDK’ê Gulîsan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku deklerasyona li Îmraliyê hatiye nivîsîn û ji aliyê parêzeran ve di 6’ê Gulanê de hatiye aşkerakirin, carek din tê nîşandan ku girêdayê netewa demokratîk û perspektîfa komara demokratîke û wiha got: “Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ye. Ev jî dibe sedema hemû dijhiqûqiyan.” DÎMEN HEYE   * Endama Tora Parastina Jinan Buse Uçer ji bo duyemîn runiştina Şule Çet a di 15’ê Gulanê de wê bê dîtin banga tevlîbûnê kir û diyar kir ku ew jin wê di 15’ê Gulanê de di doza Şuleyê de edeleta rast bixwazin. DÎMEN HEYE   *Derhêner Kivilcim Akay ku bi belgefîma xwe ya ‘Amîna’ ya jinên koçber ên Afrîkayê vedibêje tevlî Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmed bû, diyar kir ku divê jin zêdetir di sînemayê de cih bigirin, ji ber ku gelek tiştên ku jin vebêjin hene.   *Mamosteyên Hesekê 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd pîroz kirin û gotin: “Em li ser mîrasa Kovara Hewarê ya ji me re maye şagirtan perwerde dikin.”  DÎMEN HEYE   *Mehmet Siddik Baran ji 1’ê Adarê de li girtîgeha Tîpa E ya Rîzeyê di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Rinde Baran da zanîn ku ew bawerin wê zarokên wan biser kevin û wiha got: “Di hevdîtina dawî de ez çûm, lêvên wî qelişî bûn. 13 kîlo dabû. Lê hîna wî moral dida me. Em bawerin serkeftin wê ya zarokên me be.” BI DÎMEN   *Bi minasebeta Cejna Zimanê kurdî mamosteya MED-DER’ê Remziye Oncal diyar kir ku li dijî asîmîlasyona li hemberî ziman divê ziman bê pêşxistin. Cahîde Coşar ji destnîşan kir ku divê her malek bibe dibistaneke bi kurdî.BI DÎMEN