Dayikên Girtiyan li gel dorpêçê li qadan e 2019-05-13 15:39:29   AMED - Xizmên girtiyên ku zarokên wan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne disa li qadan bûn.  Xwişka girtî Şafiî Kayihan Sezen Kayhan axivî û got; "Kes me nabîhîze gelo? Zarokên me, xwişk û birayên me dimirin."   Xizmên girtiyan ji bo balê bikişînin ser xizmên xwe yên li dijî tecrîdê di  grevê de ne dîsa li qadan bûn. Çalakiya xizmên girtiyan ku îro xwestin pêk bînin dîsa hat astengkirin. Dayikên girtiyan ku li duryana Batikentê hatin gel hev ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û polîsan nehişt ku ciwan û mêr tevli çalakiya wan bibin.     Rojnameger hatin astengkirin   Polîsan li pêş rojnamegerên ku xwestin wêne û dîmenan bikişînin û nûçeyê bişopînin, bi TOMA û maşîneyên zirxî barîkat ava kirin û destûr netan ku rojnameger çalakiyê bişopînin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz, bertek nîşanî vê rewşê da. Aydenîz bertek nîşanî polîsan da û got: "Hûn bi vî rengî trafîkê dixin xeteriyê. Piştî polîsan astengi derxist dayikan lîrandin û bi tilîliyan dawî li çalakiya rûniştinê anîn û meşiyan. Dayik bi dirûşme û tilîliyan barîkata polîsan derbas kir û derbarî pêş avahiya TUAYDER a Batikentê bûn. Dayikan demek dirêj li pêş komeleyê dirûşme berz kirin û li çepikan dan. Dayikan piştre li ber avahiya komeleyê daxuyanî dan çapemeniyê.    Birayê min xwe ya zirav daye mirinê'   Li ser navê dayikan îro xwişka Şafî Kayihan ê li Girtîgeha Wanê di Koma 2'emîn a Rojiya Mirinê de ye, Sezen Kayihan daxuyanî da. Kayihan bang li her kesî kir ku deng bidin dengê çalakgerên di grevê de ye. Niha bertek nîşanî me didin û dibêjin 'Hûn li ber deriyê dijmin li çi dikegerin' Em li keseba xwe digerin. Em li vir li edalet û mirovahiyê digerin. Îro tecrîd li ser hemû Gelê Kurd heye. Îro dilê wan bi me naêşe. Sibê dilê wan bi we naêşe. Em ew qas roj in li kolanan in. Ma qey kes me nabihîze? Îro hûn li me xwedî dernekevin, sibê kes li we xwedî dernakeve. Em her roj li kolanan in. Em çareseriyê dixwazin. Bila ev tecrîd li ser gelê me rabe."