'Dê jinên Rojavayê Kurdistanê heta dawiyê piştgiriya dayikan bikin' 2019-05-13 15:31:26   Şêrîn Zêrevan-Roj Hozan   QAMIŞLO - Jinên ku tevlî meşa piştgiriya dayikên laçiksipî ya li Qamişloyê bûn gotin: "Dayikên laçiksipî, dayikên aştiyê û berxwedanê ne."    Jinên ku tevlî meşa li bajarê Qamişloya Rojava ku bi tevlîbûna bi hezaran jinên ji tevahî Kantona Qamişloyê, pêk hat bûn, bi armanca piştgiriya dayikên laçiksipî, nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.   'Em ji dayikên xwe yên Bakurê Kurdistanê re dibêjin hûn ne bi tenê ne'   Endama Koordinasyona Kongreya Star Mûna Yûsif wiha got: "Em wek jin ku her dem bi pêşengên berxwedanê bi pêvajoyên dîrokî tên naskirin, niha li qadana û li berxwe didi. Pêşenga çalakiyên greva birçîbûnê, Leyla Guven ev 187 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji bo ku tecrîdê bişkîne. Em jî wek jinên Rojavayê Kurdistanê îro li qadan e û di nav çalakiyan de ne, ji bo piştevaniya xwe ji berxwedana dayikên laçiksipî nîşan bidin. Em ji dayikên xwe yên Bakurê Kurdistanê re dibêjin hûn ne bi tenê ne û em jinên Rojavayê Kurdistanê hemû li pişta we ne."   'Dê jinên Rojavayê Kurdistanê heta dawiyê piştgiriya dayikan bikin'   Her wiha jina bi navê Eqilîma Husên jî bal kişand li ser bilindkirina berxwedanê ya ji bo girtiyên zindanan ên di greva birçîbûnê de û dayikên Bakûrê Kurdistanê û wiha got: "Dewleta Tirk her  bi helwestên xwe yên hovane tê naskirin, her wiha polîsên dewleta Tirk bertekek tund li hemberî dayikên me yên Bakûrê Kurdistanê derxistin holê lê li dijî zextan em ê her dem di nav  berxwedanê de bin ji bo azadiya serok û welatê xwe. Dê jinên Rojavayê Kurdistanê heta dawiyê piştgiriya dayikan bikin."