Polîsan çalakiya malbatan li Bakirkoyê asteng kir 2019-05-13 15:08:26   STENBOL - Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ku xwestin piştgiriyê bidin zarokên xwe îro jî ji bo biçin ber Girtîeha Bakirkoyê hatin gel hev. Lê polîs destûr neda çalakiya dayikan.    Xizmên girtiyan ên ku zarokên wan li dijî tecrîdê di grevê û rojiya mirinê de ne îro careke din xwestin biçin ber Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan. Xizmên gitiyan ku xwestin biçin ber girtîgehê li ser navê Platforma  Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê Ayfer Koçal û gelek welatiyan jî piştgirî da wan û tevli wan bûn. Malbatên ku li ser E-5 Rêyaotoyê hatin gel heve, ji vir ber bi girtîgehê  ve meşiyan. Polîs malbat asteng kirin, gotin çalakî qedexe ye û ew ê dstûra biçin ber girtîgehê nedin wan.    'Em ji bo zarokên xwe li  vir in'   Malbatên ku bi polîsan re axaftinek kurt kirin, diyar kirin ku aramanca wan bibin dengê çalakiya zarokên xwe. Lê polîsan got ev biryara qeymeqamtiyê ye û destûr nedan ku malbat çalakiya xwe pêk bînin. Li ser astengiya polîsan malbat belav bûn.