Malbatên girtiyan ligel astengiyan li ber Girtîgeha Gebzeyê kom bûn 2019-05-13 14:59:26   STENBOL - Malbatên girtiyan 35 rojin li ber Girtîgeha Gebzeyê ligel astengiya polîsan kom dibin û çalakiya xwe pêk tînin.    Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên zarokên wan li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne, ya li ber Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, di roja 35’emîn de dewam dike. Malbatên li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Gebze kom bûn, li wesayîtên xwe siwar bûn û ber bi girtîgehê ve bi rêketin. Polîsan li ber girtîgehê pêşiya malbatên girtiyan girtin. Malbatên ji wesayîtên xwe peya bûn, ligel hemû astengiyan jî, çalakiya rûniştinê li dar xistin.    Polîsan ji malbatên heya demekê rûniştin re gotin ev çalakî qedexeye û ger çalakiya rûniştinê bidome dê ew ê mudaxale bikin. Dayikan jî ji polîsan re gotin: “Ji bo ku zarokên me bijîn em li vê derê ne.” Polîsan li ser vê heqaret li dayikan kirin û gotin: “Bila zarokên we nebûna terorîst û ne ketibana girtîgehan.” Dayikan bertek nîşanî polîsan dan û wiha gotin: "A rastîn hûn piştgiriyê didin terorîstan. Hûn bi xwe terorîstin.”   Malbat û dayik, piştî çalakiya rûniştinê li wesayîtên xwe sîwar bûn û derbasî avahiya HDP’ê ya Gebzê bûn.