Parêzer ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin, serlêdan kirin 2019-05-13 14:48:02   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdulah ku piştî 8 salan yekem car di 2'yê Gulanê de li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin, bi armanca dîsa bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca biçim Girtîgeha Tipa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Ji parêzerên Ocalan Cengîz Yureklî, Nevroz Uysal, Faîk Ozgur Erol û Mazlum Dinç, ji bo bi muvekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzeran di serlêdanê de ji bo sibê û roja Înê daxwaza hevditinê kirin.    Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta 2'ê Gulanê 810 caran serlêdan kirin û her carê bi hinceta “Muxalefeta hewayê heye" “Koster xera beye", "Koster di tamîrê de ye", “OHAL” heye û "Xala 5275'an" destûr nedan ku parêzer û malbat biçin hevdîtinê, bikin.    Parêzer Nevroz Uysal û Rezan Sarıca, piştî 8 salan yekem car di 2'ê Gulanê de bi Ocalan re hevdîtin pêk anî.