Şule Çet li cihê hat qetilkirin hat bîranîn 2019-05-13 14:02:37   ENQERE - Platforma ji bo Şule Çet Adalet, Şule  li cihê jiyana xwe ji dest da li ber Yelken Plazayê bi merasîmekê bi bîr anî û banga tevlibûna daneşîna doza wê ku di 15'ê Gulanê de wê bê dîtin kir.    Li ber Yelken Plazayê ku xwednekara zanîngehê Şule Çet jiyana xwe ji dest da merasîma bîranînê hat lidarxistin.  Di bîranîna ku ji aliyê Platforma Ji bo Şule Çet Edalet hat lidarxisitn de hat xwestin ku her kes tevli doza wê ya wê di 15'ê Gulanê de bê dîtin bibe. Li ser navê platformê Tulay Eker daxuyanî da û got ku Şule Çet ne jina yekem û ne jî ya dawî ku hatiye kuştin e.    'Bila Şuleyên din nemirin'   Tulay got ku divê kujerên Şuleyê bê ceza nemîn, ji parêzer Umur Yildirim û Ferhat Gebeş re spas kir. Tulaya banga tevlibûna doza Şuleyê ku wê di 15'ê Gulanê de bê dîtin jî kir û wiha got: "Ji bo ku Şuleyên din neyên kuştin û bijîn di vê rêya ku em derketinê de em bang li hemû partî, rojnameger û saziyên sivîl dikin ku bibin şopdarên vê dozê."    Di bîranînê de li cihê Şule lê hat qetilkirin qurnefîl hatin danîn.