Li qamişloyê jin ji bo dayikên laçikspî meşiyan 2019-05-13 13:34:48   QAMIŞLO - Bi sedan jinên Kantona Qamişlo ji bo dayikên laçik spî daketin qadan û meş li darxistin.   Bi pêşengtiya Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan bi dirûşma "Em hemû dayikin dayikên laçikspî ne tenê ne" bi sedan jinên ji sazî, rêxistinên civakî  û gelê Kantona Qamişlo ji bo silavkirina  dayikên berxwedêr ku zarokên wan di greva birçîbûnê de meş  li dar xistin. Di meşê de alên Kongreya Star û wêneyên gelek berxwedêrên zindanan hatin hilgiritn. Meş ji qada Rojhilatê Qamişlo dest pê kir û heta çerxereya Sonî veguherî mîtingê.    Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, Li ser navê Kongreya Star Mizgîn Ehmed axivî, Mizgînê berxwedana dayikan silv kir û got: "Dayik hunera jiyana azad in, ji ber wê dijmin ji wan ditirse. Dewleta Tirk û tevahî dewletên desthildar ji îradeya dayîkan ditirisin.  Lê em dibêjin çi dikin bila bikin nikarin îradeya me bişkînin, ji ber zarokên me her roj li ber çavê me tên kuştin. Em ser bilindin ku zarokên van dayîkên berxwedêrin. Em ê jî xwedî li vê berxwedanê derkevin."   Mizgînê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îro dayik û zarok xwe bi hev re berxwedanê dimeşînin, pêşeng jî Leyla Guven e. Leyla Guven berxwedêr, dayik tekoşer û şoreşger e. Em jî wek jinên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê  xwedî li keda van dahyîkan derkevin û em ê îşa wan wekî êşa xwe bibînin û bikin yek. Em ê her roj di nav çalakiyan de bin, têkoşîna xwe bi hev re bidomînin heta bighêjin armanca xwe."   Meş bi dirûşma " Bijî berxwedana dayîkan, bijî berxwedana zindanan", bi dawî bû.