Çalakiyên ji bo greva birçîbûnê berdewam dikin 2019-05-13 09:37:11   STENBOL - Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne ji bo balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe li Umraniye, Kartal, Başakşehîr û li Esernyuttê hatin gel hev û meş li dar xistin.   Çalakiyên malbatên girtiyan ku li dijî tecrîdê û ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya zarokên xwe yên girtîgehê, li tevahiya Stenbolê belav dibin. Di çarçoveya çalakiyên hatin kirin li navçeyên Stenbolê Umraniye, kartal, Başakşehîr û li Esenyurtê di çalakiyê ku hatin kirin de gelek kes tevli bûn   'Li Başakşerhîrê jin meşiyan'   Li Başakşehîrê gelek jinên ku hatin gel hev êlekê ku wêneyê Leyla Guven li ser û bi dirûşma "Bila tecrîd rabe Leyla Bijî" li xwe kirin.  Jinên ku kurnefîl girtin destên xwe dest bi meşê kirin û dirûşmên "Bila tecrîd rabe Leyla Bijî", "Bijî berxwedana zindanan" û bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê.   Li Umraniye jî çalakî   Li Umraniyeyê ji gelek kesên ku li avahiya navçeyê ya HDP'ê hatin gel heve ji bo balê bikişînin ser çalakiya  grevê kaxizên biçûk ku li ser "Îro roja dayikan e. Piştgiriyê bidin dayikên zarokên wan di çalakiyê de ne" hatibûn nivsandin hatin belavkirin.    Li Kartalê Meş   Gelek Kesên ku li Kartalê hatin gel hev êlekên li ser "Bila Leyla bijî" li xwe kirin . Qurnefîl kirin destên xwe, dest bi meşê kirin û bal kişandin ser grevên birçîbûnê.     Welatiyên li dardorê jî piştgirî dan çalakgeran.   Li gel dorpêçê malbat çûn qada Esenyûrtê   Li Esenyûrtê jî ji bo balkişandina ser tecrîdê û grevên birçûbûnê gelek kes li qada Esenyurtê kom bûn. Çalakiya Dyikên girtiyan ku li ber avahiya HDP'a Stenbolê hat lidarxixtin parlamenterê Şirnexê yê HDP'ê Hasan Ozguneş û gelek welatî tevli bûn. Kesên li ber avahiya HDP'ê kom bûn û ber bi qada Esen Yurtê ve dest bi meşê kirin dirûşma "Bila tecrîd rabe Leyla Bijî" berz kirin. Dora koma ket qadê bi tomayan hat dorpêçkirin. Polîsan nasnameyê hemû kesên çalakiya rûniştinê li dar xistin kom kirin û di GBT'ê re derbas kirin."