‘Di bin navê parastinê de şaredarî tên dagirkirin’ 2019-05-13 09:20:43   Berîtan Canozer   AMED - Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn diyar kir ku pêkanîna alava X-Ray û kulubeya polîsan, di bin navê ‘parastinê’ de tê wateya dagirkirina şaredariyan û wiha got: “Çavên gel ditirsînin û dibêjin ‘Binêrin em hîna li vir in’. Gelê me kengê bixwaze wê bikeve van avahiyan. Ji bo vê wê ji AKP’ê destur negirin.”   Bi talîmata îbareya veşarî ya wezareta karê hundir ji bo 26 şaredariyê pêkanîna ‘X-Ray’ û kulubeyên polîsan, ket meriyetê û vê ji bajarêmê dest pê kir. Piştî biryarê li şaredariyên di destê HDP’ê de yên Sîlopî, Cizîr, Hezex, Dêrikê alava X-Ray û kulubeya polîs hat danîn.    Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn der barê mijarê de axivî û balkişand ser dijhiqûqiya rewşê û got ew van pêkanînên di bin navê ‘ewlehiyê’ de xistine jiyanê tu car qebûl nakin. Fîlîzê destnîşan kir ku AKP bi vê pêkanînê hewl dide serê nelêrêtiyan bigire û şaredariyan bikin bin zextan û wiha got: “Di bin navê parastinê de şaredariyan dagir dikin. Şaredarî aydê gel in. Tu kes nikare mudaxaleyê îrada gel bike. Hewl didin me bitirsînin. Ev di esasê de tehdîsa Stenbolê ye. Wê heta hilbijartinê serî li gelek riyan bidin. Lê em nayên van lîstikan. Tu aliyê vê yê hiqûqî tune.”   ‘Rejîma AKP-MHP’ê rojên dawî dijîn’   Fîlîzê bi lêv kir ku AKP ji bo xwe heyî bike serî li her cureyê lîstikan dide û di esasê de ev jî nîşan dide ku AKP çiqas têk çûye. Fîlîzê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku gel kengê bixwaze wê bê avahiyan, ji bo vê jî wê ji AKP’ê desturê negirin.