Nawmujdan Nureddin: Divê em di rêya azadiyê de zêdetir dengê xwe bilind bikin 2019-05-13 09:19:32   AMED - Nawmujdan a di heyeta ku ji Herêma Federal a Kurdistanê hatin serdana Leyla Guven de cih digirt, diyar kir ku divê gelê Kurd li her derê bi hev re têbikoşin û got: “Em li her çar parçeyê Kurdistanê van pirsgirêkan dibînin. Em di bin zextên pergalê de dimînin. Ji ber vê divê em Kurd dest bidin hev. Serkeftin wisa pêkan e.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe, li girtîgeha Tîpa E ya Amedê da destpêkirin, li mala wê di roja 187’an de berdewam dikin. Ji her alî ji bo Leylayê peyamên piştgiriyê tên û serdanên wê didomin. Nawmujdan Mureddîn a di heyeta Herêma Federal a Kurdistanê de cih digire, grevên birçîbûnê nirxand.   ‘Armanca berxwedanê mafê mirovan e’   Nawmujdan bi lêv kir ku sedema hatina wan serdana Leylayê ye û got: “Serkeftina bi grevan hatiye bidestxistin, divê wek serkeftina xwe gihaştiye hezaran kesî bê dîtin. Em ji Başurê Kurdistanê ji bo peyama piştgiriyê hatin. Dîtina Leylayê ji bo me morelek mezin bû. Di alî manewî de hêz da me. Peyama wê aştî û berxwedana li dijî tecrîdê bû.”   ‘Divê em zêdetir di rêya azadiyê de biqîrin’   Nawmujdan bi lêv kir ku divê berxwedana li girtîgehan bê bihîstin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em bibin dengê azadiya girtiyan. Berxwedana bi pêşengiya Leylayê hat destpêkirin gihaşt hezaran kesî. Jinên Kurd û ciwanên Kurd ên ev sekn nîşan dan, sembola esas a azadiyê ne. Azadî û berxwedan bedelê dixwaze. Divê em jin xwedî li berxwedanê derkevin û bedelê bidin.”   ‘Kurd bi hev re dikarin bi ser kevin’   Nawmujdan di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku dewleta Tirk li dijî berxwedanê helwestek faşîst nîşan didin û got divê qêrîna dayikan bê bihîstin û her wiha hemû Kurd deng bidin dengê dayikan, divê dayikên Başur zêdetir piştgiriyê bidin dayikên vir, divê Kurd bi hev re têbikoşin.”