Muslîme Kalkan a hat tahliyekirin: Bila gel ê me bêdeng nemîne 2019-05-13 09:11:48   MÊRDÎN - Jina bi navê Muslîme Kalkan a ku di 9’ê Cotmeha 2018’an de bi hinceta “Endamtiya rêxistinê” ji aliyê polîsan ve hatibû  binçavankirin û piştre jî hatibû girtin di 7’ê Nîsanê de hat tahliyekirin. Muslîme, anî ziman ku girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya grevên birçîbûnê ya bêdem û dorveher kirine rewşa wan gelek giran e. Muslîme, bang li dewletê kir ku demildest gav bê avêtin û wiha got: “Em bang dikin ku bila hemû gel rabe  ser piyan û bêdeng nemîne.”   Jina bi navê Muslîme Kalkan a ku di 9’ê Cotmeha 2018’an de bi hinceta “Endamtiya rêxistinê” polîsan bi ser mala wê de girtibû û kiribûn binçavan, piştî 4 rojan di binçavan de ma hat girtin û ew şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E’ya Amedê. Muslîme ya ku piştî 6 mehan di girtîgehê de ma di 7’ê Nîsanê de bi şertê kontrola edlî hat tahliyekirin. Muslîme piştî ku hat tahliyekirin ji ajansa me re di derbarê pêvajoya girtina xwe, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çalakiya grevên birçîbûnê ya bêdem û bêdorbeger ku hatiye destpêkirin de axivî.   Li dijî zextan têkoşîn berdewam e'   Muslîme, derbarê girtina xwe de got ku ew 6 mehan di girtîgehê de maye, lê naveroka dosyeyê jî bi giştî vala bûye û wiha got: “Mirov dema li dosyeyê dinêre  naveroka wê gelek vala ye. Ji ber ku di dosyeyê de tu tişt û tu delîl tunebûn. Di dosyeyê de kesên ku min ew nasnedikirin derbarê min de îfade dabûn. Ez 6 mehan di girtîgehê de mam û di 7’ê Nîsanê de jî bi şertê kontrola edlî hatim tahliyekirin. Pêvajoya ku ez di  girtîgehê de bûm zextên gardiyanan û rêvebiriya girtîgehê berdewam dikirin. Çawa ku li hemû girtîgehan pirsgirêkên em dizanin tên jiyîn hene, heman pirsgirêk di girtîgeha Amedê de jî dihatin jiyîn. Zextên dewletê tim hene, lê berxwedan berdewam dike.”   ‘Me têkiliya xwe bi derve re bi rêya malbatan pêk dianî’   Muslîme, anî ziman ku wan têkiya bi derve re bi riya malbatên xwe pêk dianîn û wiha bi lêv kir: “ Me bi riya malbatên xwe xw û parêzeran têkilî bi derve re datanî û me pêvajoya derve dişopand.  Her wiha me bi rêya parêzeran jî têkiliyên xwe xurtir dikir. Carna hinek qûtbûn çêdibûn û me mereq dikir ku bê li derve çi diqewime. Dema rojname û kovar ji me re bihata em ew jî dişopandin. Ji xwe wekî ku tê zanîn çapemeniya tirk derbarê civaka kurdan de nûçeyan nade. Piştî ku hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê  Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir rojname li me qedexe kirin û nedidan me. Ji ber vê jî êdî têkiliya me di warê şopandina pêvajoyê de bi derve re qut bû.  Rojname ji bo me gelek girîng bû. Her çixwasî bbi kurtasîbe jî agahiya me li derve çêdibû.”   ‘Gelo ev pêvajo heta kengê dom bike? ’   Muslîme, di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn ku dema Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorbeher kiriye wê demî hîna li girtîgehê meheke wê bibûye û wiha domand: “Leyla Guven derket dadgehê û dema hat ji me re got ez dest bi greva birçîbûnê dikim. Mirov dikare bibêje ku ji me re jî suprîzekê bû. Hêsteke gelek cuda bû. Rastî jî pêdiviya vê pêvajoyê bi çalakiyeke wiha habû hebû. Ji ber ku bi salan e li ser Serokê me tecrîd hebû. Piştî Leyla Guven, çend hevalên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin. Em aliyekî kêfxweş bûn û ji aliyekî jî difikirîn ku ev pêvajo wê çixqasî berdewam bike. Lê em bi hêvî bûn û ji alakiya xwe bawer bûn me digot wê zêde berdewam nek.  Pişît Leyla yê Girtîgeha Amedê sê hevalên jin Kîbrîye Evren, Hîlal Olmez û Evîn Kaya jî dest bi çalakiya grevê kirin. Piştî ku pêvajo dirêj bû di 1’ê Adarê de jî 7 hezar hevalên girtî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.”   ‘Bila gelê me bêdeng nemîne’   Muslîme, di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji ber pirsgirêkên wê yên tendûsristiyê hebûne dest bi greva birçûbûnê nekiriye û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku pirsgirêkên min ên tendûristiyê hebûn min dest bi çalakiya gireva birçîbûnê nekiribû.  Vê yekê min xemgîn dikir. bêdengiya dewletê, nayê qebûlkirin kirin. Lê ya gelê me jî nayê qebûlkirin Li hundir berxwedanek heye lê divê li derve jî xwedî lê bê derketin. Bêdengiya derve girtiyan diêşîne.  Hevalên çalkger digotin birçîbûn me nake zorê. Ji Bêdengiya dewletê zêdetir bêdengiya gelê me zêdetir me diêşîne. Bêdengiya gel  wê me bikûje.’ Bendewariyên hevalan gelek mezinin. Gelek şevan ez ranedizam. Derketina cenazeyan ji girtîgehê jî  her çend ku îradeya hevalan jî em gelek pê xemgîn bûn. Ez niha derketime lê hişê min li ser hevalan e.”   ‘Divê dewlet êdî gavekî bavêje û ev tecrît were sekinandin’   Muslîme, di dawiya axaftina xwe de got ku bila ev bêdengî êdî were şikandin û wiha bang li gel kir: “Divê dewlet êdî gavekê bavêje û ev tecrît were bidawîkirin. Bêyî ku zirarên mezintir çêbibin bila daxwazên girtiyan êdî werin qebûl kirin. Em bang li gelê xwe dikin ku rabe ser piyan li dijî berxwedana li girtîgehan bêdeng nemîne.”