Hevdîtina şêwekariyê bi rengê jinê di roja sêyemîn berdewam kir 2019-05-13 09:05:59   KOBANÊ - Duyemîn hevdîtina Rojava ya hûnera Şêwekariyê di roja xwe ya sêyemîn de bi serdana gelê ji Girê Spî berdewam kir.   Hevdîtina Rojava ya duyemîn a hûnera Şêwekariyê ku bi dirûşma "Vîna welatê Zeytûnan ji terora we bi hêztir e" bi sempozyoma li ewyana Newroz a Kobanê di roja sêyemîn de berdewam kir. Jinên ku serdana sempozyomê kirin û şêwekarên jin hestên xwe ji ajansa me re vegotin.   `Di tabloyên min de rengê jin li pêş e`   Şêwekar Şêrîn Ismayîl ku ji Kantona Kobanê ye wiha axivî: "Ev sê roj in sempozyom bi tabloyên cur be cur berdewam e. Weke jineke ji Kobanê, ez pir kêfxweşim ku min jî dikarîbû taboloyên xwe di hevdîtinê de pêşkêş bikim. Tişta herî balkêş ji bo min di vê sempozyomê de tevlîbûna şêwekarên jin e. Ev cara duyemîn e ku ez beşdarî hevdîtinê dibim, min di herdû sempzoyman de mijara tabloyên xwe jin girte dest. Tabloya min ya vê carê jî li ser kolekirina jinan e. Ez dixwezim ku her jinek xwe  tê de bibîne. Tabloya min ya din jî li ser afrîneriya jinê ye."   `Tabloyên jinên berxwedêr bala mirovan dikşînin`   Necah Mihmed ku ji Kantona Girê Spî ye û serdana sempozyomê kir, nêrîna xwe di derbarê hevdîtinê de wiha anî ziman: "Ez çawa ketim ewyanê tabloya ku bala min kişandin ya Leyla Guven bû. Ji ber ku Leyla ji berxwedaniyê re pêşengî kir. Her wiha tabloya ku di bedena jinê de hêviyên pêşerojê, têkbirina tarîtiyê û serkftina ronahiyê û tabloya ku li ser tundiya li ser mirovan."   `Sempozyom bi rengbûyîna şêwekaran xweş e`   Şêwekara bi navê Roşîn Hesen ku ji naçeya Amûdê beşdar bûye wiha got: "Min du tablo xêzkirin, ya yekê di nava xwe de him hestên bi êş û him jî yên berxwedaniyê de dide nîşan dan. Tabloya din jî ku hîna ez li ser dixebitim li ser mirovên ku di jiyana xwe de weke miryan jiyan dikine û kesên jiyana xwe ji dest dane weke zindyan jiyan dikin."