Xizmên windayan li Stenbolê kom bûn 2019-05-12 17:03:20   STENBOL - Dayikên Şemiyê, di konferansa ku TÎHV û ÎHD'ê bi sernavê “Têkoşîna Windayên a Di Bin Çavan de ji Qada Galatasarayê heta Plaza de Mayo ya Edalet û Heqîqetê" a li Stenbolê de gihiştin hev. Xizmên windayan li ser windayan axaftin kirin.    Dayikên Şemiyê, Wakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi hev re li salona Konferansê ya Buyukkent a Stenbolmê ya TMMOB'ê, konferansa "Têkoşîna Windayên a Di Bin Çavan de ji Qada Galatasarayê heta Plaza de Mayo ya Edalet û Heqîqetê" li dar xistin. Xizmên windayan ên ji Arjantin, Stenbol, Amed û Şirnexê û rêveberên ÎHD û THÎV'ê hatin gihiştin hev, li ser windayan axivîn. Li salona Konferansê, wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin û wêneyên têkoşîna Dayikên Şemiyê sembol dike hatin daliqandin.    '39 salin dilê min dişewite'   Di konferansê de ewil dayika Huseyîn Eren ê 39 sal berê di bin çavan de hat windakirin, Elma Eren axivî. Elma Eren, anî ziman ku 39 salin dilê wê dişewite û wiha got: “39 salin li hestiyê kurê xwe digerim. Ji ber vê yekê ji bîr nakim."    Endama Komîsyona Li Dijî Windayên Di Bin Çavan de ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Sebla Arcan û Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metin Bakkalci axaftina vekirinê kir. Ewil Şebla Arcan diyar kir ku ji ber niha bi Dayikên Şemiyê re ye bi rûmet e û wiha got: "Ji bo aştî û edaletê bi salane têkoşîn tê dayîn. Li ser vê axa ku em lê dijîn a paşeroja wê tê înkarkirin, ev têkoşîna tê dayîn têkoşînek mirovî ye. Pêdiviya me bi edaletê heye. Ji ber ku jiyanek civakî bi edaletê pêkan e. Em windayên xwe dixwazin. Em edalet û aştiyê dixwazin. Dayikên Şemiyê vê yekê dixwazin. Dayikên Plaza de Mayo  vê yekê dixwazin. Dayikên Şemiyê ku 24 salin têkoşîna edaletê didin 37 hefte ne nikarin biçin Qada Galatasarayê. Ev astengî li dijî Dadgeha Qanûna bingehîn û DMME' ye."    Sekreterê THÎV'ê Metîn Bakkalci jî wiha got: "Di 17'ê Gulana 1995'an de ÎHD û TÎHV'ê li dijî Kesên Di Bin Çavan de Bi Zorê Hatin Windakirin dest bi kampanyayê kirin. Em ji sala 1995’an ve li gel dayikan in. Dibe ku em her dem bi êşên we yên aram nabin, hesreta we ya kêm nabe û heviyên we yên naqedin re nehatin cem hev, lê dilê me her dem bi were bû. Windakirina Bi Zorê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Îşkenceya li dijî malbatê ye. Di heman demê de çalakiya bêdengkirina civakê ye. Lê tevî her tiştî hûn li dijî van pêkanînan derketin. Dibe ku me aqûbeta gelekan ronî nekir û zirxê bêcezatiyê ji wan nekir. Lê we gelek tişt bi ser xistin. "   Piştre xizmên windayan axivîn. Di rûniştina ewil de Keça Siyasetmedarê Kurd Ebûbekîr Denîz ê di sala 2001'an de li Sîlopî hat windakirin, Ceyla Deniz, Dayika Şirin Bayram ê li Amedê hat windakirin Remziye Bayram, Dayika Murat Yildiz ê li Amedê hat windakirin Hanife Yildiz û ji dayikên Plaza de Mayo yên ji sala 1976'an ve li Arjantinê li winda digere Margarita İsabel Noia axivîn.    'Dê têkoşîna me bidome'   Keça Ebubekir Deniz Ceylan Deniz axivî û wiha got: "Herî dawî dema ez 5 salî bûm min bavê xwe dît. “Di sala 2001'an de bavê min hat malê û derket. Piştî wê min êdî tu agahî jê negirt. Dayika min û pîrika min her dem digiriyan. Lê ez nedigiriyam. Ez bawer dikim ku hemu kesên li vir êşa me baş hîs dikin. Ez û xwişk û birayên xwe bê agahî mezin bûn. Ez li vir bi dehan êşan dibînim. Em ê vê têkoşîna xwe heta serkeftinê berdewam bikin. Em di encamê de hestiyan jî bibînin emê têkoşîna xwe berdewam bikin."    'Dayikan hesabê windayan pirsî'   Margarite İsabel Noia ku ji Arjantînê hatiye û 43 sal berê xwişka xwe winda kir jî anî ziman ku li Arjantinê di sala 1970’an de di serdema cunta de gelek kes hatin windakirin û wiha got: “Ji 1976’an û şûnde dayik derketin kolanan. Ewil 14 dayikên windayan dest bi têkoşînê kir. Di sala 1983’an de hikûmeta nû hat ser kar. Me tişta cunta ji me stend ji hikûmetê xwest. me xizmên xwe zindî xwestin. Her Pencşem dayik li heman qadê kom bûn. dayikan hesabê windayan pirsîn. Hikûmet li hemberî vê daxwaza me bêdeng nema û kesên cuntakar darizandin. Lê tenê kesên jor ên cuntayê hatin darizandin. Lê me xwest hemû kesên berpirsiyar bên darizandin. Têkoşîna me encam stend. Piştre der barê berpirsiyarê 800 kesên hatin windakirin de me doz vekir. Li vir xebata antropologan a mezin hebû. Gorên komî hatin vekirin. Hestiyên hin windayan hatin tespîtkirin. Dayika min di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Lê hestiyê keça xwe nedît. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."    'Di roja dayikan de kurê min birin'   Dayika Şirin Bayram Remziye Bayram jî anî ziman ku kurê wê ji malê bi lêdanê hat binçavkirin û wiha got: "Di roja dayikan de birin. Xwezî zarokên me îro di roja dayikan de bigotina Roja we pîroz be. Di sala 1996'an de dewletê hat kurê min ji malê bir û carek din neanîn. Ji wê demê heta niha kurê min winda ye. Ez ji dewletê hestiyê kurê xwe dixwazim. Heta ez kurê xwe bibînim ezê lêgerîn û têkoşîna xwe berdewam bikim. 23  salin ez li Şirin digerim. Têkoşîna min didome. Dewletê got ez 20 hezar bidim we dest ji vê yekê berdin. Ez li vir ji dewlete dipirsim. Ma xwîna zarokê xwe bi 20 hezar TL ye? Em vê yekê qebûl nakin. Dewlet her tiştî bide me jî emê tekoşîna xwe berdewam bikin. Bila kujerên zaroên me bên dîtin û darizandin. Ez îro li Stenbolê me. Ew qas rayedarên dewletê û saziyên dewletê hene. Bila ew jî bên tev li vê civinê bibin û bêjin çima ev mirov hatine vir. Bila bên li van mirovan guhdar bikin. Ger ku we tiştek nekiribe, çima hûn ew qas ditirsin. Ez soz didim zarokên xwe. Heta ku ez sax bim. Ezê ji bo wan têbikoşim. Heta ez aqûbeta wan ronî bikim ezê li wan bigerim û têbikoşim."    ‘Bêhurmetî kirin'   Dayika Murat Yildiz Hanife Yildiz jî roja dayikan pîroz kir û wiha got: “Min xerabiya ku tu dayikan bi zarokên xwe nekiriye bi kurê xwe kir. Ez ji wan lêborînê dixwazim. Min hurmet nîşanî qanûnê vî welatî dan. Lê wan bê hurmetî li min kir. Min zarokê xwe girt û bir ji wan re. Min got ger sucekî wî heye ji were bila sûcê xwe razê. Lê piştî wê min carek din kurê xwe nedît. Ger ku kurê min li min guhdar nekiribûya wê winda nebûya. Dewlet deyndarê min û kurekî ye. Niha dibêjin wê her tişt xweş bibe. Tenê bi gotinê tişt xweş nabe. Divê ji bo vê yekê em bi hevre têbikoşin. Ez bi salan e li Qada Galatasarayê heman rûyî dibînim. Divê kesên din jî ji bo zarokên wan winda nebin bên vir."