‘Zarokên hin dayikan destên wan maçî dikin ên me jî dimirin’ 2019-05-12 13:38:30   MÊRDÎN - Li navçeya Qoser a Mêrdînê dayikên girtiyan di çarçoveya 12’ê Gûlanê Roja Dayikan de hatin gel hev daxuyanî dan û qurnefîl belav kirin. dayika 80 salî Sakîne Kuday  wiha bertekên xwe nîşan da: “ Em tenê azadiyê dixwazin, Zarokên Erdogan jî hene. Ger ku li şûna zarokên me yên Erdogan bûna wê çi bikra?"    Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê dayikên girtiyan di çarçoveya 12’ê Gûlanê Roja Dayikan de hatin li gel hev, daxuyanî dan û qurnefîl belav kirin. Li gel dayikên ku li Qada Azadiyê kom bûn,  palamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk, Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak, rêvebirên HDP û DBP’ê jî cih gitin.  Dayikên ku di destên wan de qerenfîl û bi laçikên xwe yên spî li qadê bûn dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin.   ‘Em ê di her şert û mercan de li gel dayikan bin’   Beriya belavkirina qerenfîlan Palamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk axaftinek kurt kir. Tuma, di çarçoveya 12’ê Gûlanê de roja hemû dayikan pîroz kir û wiha got: “Em naxwazin şer hebe û rondikên çavên dayikan birijînin. Ji ber vê jî em soz didin ku em ê tim li gel dayikan bin. Ev şer û êş bila bi dawî bibe. Dayik bi tenê azadî û aramiyê dixwazin.”   Piştî daxûyaniyê dayikan qurnefîln di destên xwe de li Qada Azadiyê li dayikan belav kirin. Dema dayikan qurnefîl belav kirin bi lîlandin û bi dirûşma  “Bijî berxwedana Zindanan” hatin pêşwazîkirin. Di vî navberê de polîsan tim bi hinceta “Li dijî hiqûqê tev digerin” xwestin mudaxale bikin. Dayikan bertek nîşanî polîsan dan û wiha gotin: “Em naxwazin ku zarokên me bimirin. Zarokên hin dayikan destên wan maçî dikin ên me jî bi mirinê re têdikoşin. Em jî dixwazin li mala xwe rûnên. Lê belê zarokên me bi mirinê re têdikoşin  em çawa li malên we rûnên. Êdî bes e ji vê zilmê re. Em azadiyê dixwazin, azadiyê. Bila îro zarokên me jî li gel me bin.”   Dayika 80 salî: Em tenê azadiyê dixwazin   Dayika 80 salî Sakîne Kuday  wiha bertekên xwe nîşan da: “Em azadiyê dixwazin. Jê wêdetir em tiştekî din naxwazin.  Ger ku zarokên Erdogan li şûna yên me bûye wê çi bikra?”