Ji bo berxwedana dayikên laçikspî sibe li Qamişlo meş heye! 2019-05-12 13:30:12   QAMIŞLO - Endama Rêvebriya Kongreya Star a Kantona Qamişlo Mîdiya Mehmûd da diyarkirin ku bi pêşengtiya Kongreya Star û hemû jinên têkoşer wê  sibe ji bo dayikên laçik spî yên berxwedêr ên bakurê Kurdistanê li qadn bin û meşê li dar bixin.   Sibe li bajarê Qamişlo bi pêşengtiya Kongrey Star wê ji bo piştgiriya dayikên laçikspî meş were li darxistin. Ji bo agahiyên bêhtir li ser vê meşê Endama Rêvebriya kongreya Star  a kantona Qamislo Mîdiya Mehmûd  beriya meşê agahî dan.    Mediya Mehmûd li ser çalekiye ku sibe wê were lidarxistin û amadekariyên wê wiha dibêje : "Destpêkê em berxwedana Leyila Guven û hemû çalekvanên grava birçîbûnê û rojiya mirinê silav dikin. Berdewamiya vê berxwedaniyê jî em dibînin îro dayikên me dikin.  Dayikên laçikspî yên berxwedêr ji bo ku aghiyekê ji zarokên xwe bigrin rastî tûndiya polîsên tirk tên, bê hurmet dayikan işkence dikin.  Di vê wijdanê tu kesî vê tehamûl neke."   Di berdewamiya axftinên xwe de Mîdiya li ser dem û tevlîbûna vê meşa ku wê sibe bê lidarxistin agahî dan û wiha got: "Li dijî  van nêzîkatiyên bê exlaq ên li hemberî dayikên me em jî wek jinên rojavayê Kurdistanê di pêşengiya rêxistina Kongreya Star de bi dirûşma "Bi rihê şoreşa jinên rojavayê Kurdistanê em berxwedana dayikên laçikspî silav dikin", sibe seat 11. 30'an de bi pêşengtiya Kongreya Star em ê meşeke girseyî li dar bixin."    Mîdiya wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em hêvîdarin ku hemû jin beşdarî meşê bibin û her kesê ku beşdarî vê meşê bibe wê bi laçikên spîbe ku sembola Dayikên Aştiyê ye. Em jî dengê xwe dighînin dengê wan dayîkan û pişgrtiyê didin berxwedana wan û heta dawiyê em ê ji bo wan li qadan bin."