Perwerdeya berdevkên dibistanan bi dawî bû 2019-05-12 13:19:52   KOBANÊ - Dewreya Perwerdê ya berdevkên dibistanên herêma Firatê ya bi navê Şehîd Celal Hemî bi pîrozbahiyekê bi dawî bû.   Berdevkên dibistanên herêma Firatê ku 45 rojin li akademiya Viyan Amarayê perwerdeyê dibînin, îro bi şahiyekê dewereya xwe bi dawî kirin. Di şahiyê de bi dehan mamoste, malbatên berdevkan, Kongra Star, Weqfa Jina Azad û Hêzên Parastina Civakê amede bûn.   Di dewreyê de waneyên Felsefeya perwerdeyê, rêziknameya pewerdeyê, rastiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan, ezmûn, Nirxandin, Çand û Exalaqa mamosteyan, pişaftin û parastina Rewa hatin dayîn.   Şahi bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şervanên azadiyê dest pê kir. Paşê Berdevka akademiyê Meysa Mele Xelîl axivî û wiha got: "Perwerde bingeha pêşxistina civakê ye, lewra pêwistiya her kesî bi perwerdeyê heye, bi taybet mamosteyên ku bi dehan ji nifşên pêşerojê perwerde dikin.  Ji ber vê yekê jî me dewereya xwe dabû destpêkirin, em serkeftinê ji hemû mamosteyan re dixwazin."   Mamosteyên ku beşdarî perwerdeyê bûn lîstiên şano û govenda ku amedekiribûn pêşkêş kirin.    Şahî bi belavkirina bawername û xelatan bi dawî bû.