Hunermend Mizgîn li Qamişo hat bîranîn 2019-05-12 11:10:20   QAMIŞLO - Tevgera Çand û Hûnerê ya Kantona Qamişlo bi pêşengtiya Saziya Kevana Zêrîn  Hunermend Mizgîn di 27'emîn salvegera şahadeta wê de bi bîr anî.     Tevgera Çand û Hûnerê ya Kantona Qamişlo bi pêşengtiya Saziya Kevana Zêrîn  Hunermend Gurbet Aydin ku bi nasnavê Hozan Mizgîn tê naskirin di 27'emîn salvegera şahadeta wê de bi merasîmekê bi bîr anî.     Mersîmê bîranînê li navenda Çand û Hûnerê ya Mihemed Şêxo hat li darxistin, navenda Mihemed Şêxo bi wêneyên şehîdên Çand û Hûnerê hatibû xemlandin. Bi sedan endamê Çand û Hunerê û şêniyên bajarê Qamişlo beşdarî merasîmê bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pêkir. Piştî merasîmê li ser navê kevana zêrîn Bêrî Dêrsim axivî û  balkişand ser têkoşîna tekoşer Minzgîn û got:" Şehîd Mizgîn jina Şoreşger û hunermend e, em ê her li ser şopa wê têkoşîna xwe bidomînin."    Paşê Koma Kevana zêrîn çend strên şorejê ji bo bîranîna Mizgînê pêşkêş kirin.  Her wiha helbestvan Ferhadê Merdê jî helbestek li ser berxwedana Leyla Guven û hevalên wê pêşkêş kir û  Koma Şanoyê jî lîstika xwe ya bi navê   "Hêvî " pêşkêş kir. Merasîmê bîranînê bi stranên koma" Keyan" ya bajarê Dirbêsiye bi dawî bû.