Qeyûm li Sîlopiyê bi 3 mîlyonanan dîrekê ronîkirinê dane çêkirin! 2019-05-12 09:09:52   ŞIRNEX - Li Sîlopiya ku 110 hezar nifûsa wê heye û yek lambeyek trafîkê tune ye, derket holê ku di dema qeyûm de li kolana sereke ji bo 200 dîregên ronîkirinê 3 mîlyon hatiye xerckirin.   Li Sîlopiya Şirnexê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de HDP’ê ji sedî 73,1 deng girt û şaredarî ji qeyûman girtin. Hevşardarên Sîlopiyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk di hefteyên borî de rewşa deynê şaredariyê bi raya giştî re parve kirin. Şaredariya ku bi 133 mîlyon dengî hat girtin, pereyê di bin navê ‘xizmetê de’ hatine xerckirin jî her kesî matmayî dihêle. Li navçeya ku bi hezaran kes lê dijîn yek lambeyek trafîkê tune, lê hat hînbûn ku di dema qeyûm de ji bo 200 dîregên ronîkirinê 3 mîlyon TL hatiye xerckirin.   Bi 133 mîlyon deyn hatibû girtin!   Dema qeyûm hatibû 11 mîlyon 435 hezar TL di qaseya şaredariyê de hebû, lê hevşaredaran şaredarî bi 133 mîlyon û 453 hezar TL yî dewr girt û hatibû diyarkirin ku beşek mezin a deyn aydê Bankaya Îller e. Niha di qaseya şaredariyê de tenê 118 hezar TL pere heye û 19 hezar û 542 metrekare qad jî ji cihên din re hatiye hîbekirin.   Ji bo dîregekê 13 mîlyon!   Navçeya ku gelek cadeyên wê hene, yek lambeyek trafîkê lê tune, riya derbasbûnê ya jor lê tune. Lê ji bo 200 dîregên ronîkirinê 3 mîlyon hatiye xerckirin û her wiha ji bo her dîregekê jî 13 hezar hatiye xerckirin.