9 mîlyon kes bi rîska pirsgirêkên dil re rû bi rû ne 2019-05-12 09:06:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Prof. Dr. Yuksel Çavuşoglu diyar kir ku li Tirkiyeyê 9 mîlyon kes di alî qelsiya dil de di bin rîskê de ne û ba kişand ser tedbîrên divê li dijî nexweşiyê bê girtin.   Qelsiya dil, kêmbûna performansa dil, şandina xwînê ya ji bo organan, tabloyeke klînîk a teşîsa wê dereng tê kirinê ye. Qelsiya dil dibe sedema ku di kezeba sipî de av bê komkirin û dibe sedema zatureyê. Bi kesên qelsiya dil heye re, zature pêş dikeve û enfeksyon pir giran derbas dibe.    Seroka Beşa Zanista Kardiyolojiya Zanîngeha Eskîşehîr Osmangazî, Yuksel Çavuşoglu diyar kir ku sedemên qelsiya dil bi giştî bi sedemên cuda ve tê girêdan û got qelsiya dil, nexweşiyek kronîk ya ku seranserê jiyanê berdewam dike ye. Yuksel wiha got: “Nîşaneyên wê, pisgirêka bîhndanê, werimîna lingan, zû westandin. Ligel vê kuxik, bê îştahî, di giranbûna bedenê de guherîn, westandin. Van gazincan jî piranî bi sedemên din ve girê didin. Di esasê de beriya ev nîşane derkevin holê, di dil de guherîn dest pê dike. Li Tirkiyeyê jî 9 mîlyon kes di bin rîska qelsbûna dil de ye.   Yuksel bi lêv kir ku qelsiya dil di 15-20 salên pêş me de wê bigihêje asteke ku tenduristiya civakê tehdîd dike û got: “Hîpertansiyon, şekir, obezîte, nexweşiya dil damaran, nexweşiya kezeba sipî ya kronîk, nexweşiya kapaxa dil, xerabûna rîtma dil, nexweşiyên ji welîdînê tên yên dil zemîna qelsiya dil ava dike. Piştî 40 salî şûnde rîska pêşketina qelsbûna dil ji sedî 20. Di nav civakê de jî rêjeya vê nexweşiyê ji sedî 2-3 ye. Bi kesên ku qelsiya dil heye re rîska pêşketina enfeksyonê zêde ye. Nexweş ligel dermankirinê divê terza jiyana xwe jî biguherin.”