‘Leyla ji bo me wesîleya têkoşînê ye’ 2019-05-12 09:04:28   HESEKÊ- Jinên Hesekê helwesta Leyla ya li ber sêdarên deshilatan nirxandin û gotin: “Li hemberî hemû cureyên îskenceyê û celadan bi cesaret rawestiya û gotinên dawiyê weke wesiyet ji me re hişt.”   Leyla Qasim di sala 1952’an de li bajarê Xaneqîn ê Başurê Kurdistanê di nava malbatek welatperwer de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Di salên xwendinê de hîn zêdetir ser bindestiya welatê xwe lêhurbûn dike. Bi hevalên xwe yên xwendekar re hewil didin ji bo şiyarbûna kurdan çalakiyên bi bandor bikin. Dema ku li paytexta Îraqê beşa civaknasiyê dixwend hîn zêdetir ser rastiya civakan û bindestiya kurdan disekine. Di pêvajoya çalakiyê de bi sê hevalên xwe yên mêr re tê girtin. Li gel hemû cureyên îskenceyê jî nikarin giyana wê ya carekê bêhina azadiyê girtîye, teslîm bigirin û wê dibin ber darê sêdarê. Gotinên Leyla ên li ber celadên deshilata hîna di guhê zarokên kurdan de olan didin û hêrsa wan a tolhildanê bilind dikin. Di derbarê jiyan û têkoşîna Leyla de jinên Hesekê nirxandin kirin.    Endama Rêveberiya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê Efaf Hiskê di derbarê berxwedêriya Leyla Qasim de ev nirxandin kir: “Leyla di dîrokê de bû nimûneyek ji jinên kurd re. Bi têkoşîna xwe ji me re bû rênîşander û sembola azadiyê. Ji bo jin êdî ji nû ve vejîn bibin cesareta wê ya li hemberî sêdarên deshilatan pêşengiyek bi hêz bû. Her tim em Leyla Qasim bi bîr tînin. Ez ji wê û her çar hevalên wê re dibêjin em wekî jinên kurd şopedarên riya te ne û em ê li ser doza wan bin heya ku jin bi temamî rizgar bibin. Em heya dawiyê şopedarên riya şehîdê xwe ne.”   ‘Li hemberî hemû cure îşkenceyan li ber xweda’   Endama Komîta Perwerdê ya Kongira Star Miyser Hemo jî bi lêv kir ku Leyla Qasim ji bo netewa xwe kedek mezin da û wiha domand: “Yek ji çalakvanên me yên despêkê Leyla Qasim di dema Sedam Hisên de berxwedaneke mezin li hemberî sêdarên bêrehmet nişan da. Leyla Qasim xwendina wêjeya İngilîzî bi dawî kiribû. Ji bo netew û zimanê xwe ewqas berxwedan û şer kir. Wê îşkenceya ser gelê kurd li Îraqê dihat meşandin qebûl nekir û li hemberî wê derket. Dema hat girtin çi cureyên îşkenceyê hebû hemû ser wê ceribandin. Ji bo ku ji çalakiya xwe vegere  lê Leyla venegeriya û got îdî em xwedî maf in. Piştî ewqas îşkence berxwedêr Leyla şehîd ket. Heya ku dema şehîd ket tu kes nizane bê gora wê li kuderê ye, tu kesê gora wê nedîtiye. Gotinên wê yên dawiyê li ber sêdarê hene, weke wesiyet ji me re çend gotin hêlaye.”