Hevdîtina hunera şêwekariyê di roja duyemîn de didome 2019-05-11 15:42:10   Berçem Cûdî-Dicle Demhat   KOBANÊ - Duyemîn hevdîtina Rojava a hunera Şêwekariyê di roja xwe ya duyemîn de didome.   Hevdîtina Rojava ya duyemîn a hûnera Şêwekariyê ku bi dirûşmeya "Vîna welatê Zeytûnan ji terora we bi hêztir e" bi sampozyomê li ewyana Newroz ya Kobanê di roja duyemîn de berdewame. Jinên ku di nav şêwekarên de cihê xwe digirin nêrînên xwe parvekirin.   ' Xêzkirin ji bo bêhnferehî ye '   Şêwekar Rewan Xelîl ku ji bajarê Qamişlo ye wiha nêrîna xwe anî ziman û got: "Beşdarbûna jinan di sempozyomê de gelek zêde ye, ev yek jî cihê kêfxweşiyê ye. Tabloya min li ser koçberiyê ye ku çawa dayîk li pey zarokên xwe bang dike da ku ji welatê xwe koç nekin. Xêzkirin ji bo bêhnferehî ye, dema ku ez tabloyan amede dikim ez di aliyê derunî de gelek rehet dibim."   'Jin xwedî qada hûnerê ye'   Her wiha şêwekar Bêrîvan Hehmûş ji Efrînê wiha axivî: "Hevdîtin cara duyemîn ku li Rojava tê li darxistin, cudahiya vê carê jî ku hejmara jinên şêwermend ji salên borî zêdetir e. Di civakê de jin her tim li dûrî hunerê maye. Lê niha em binêrin ku di qada hunerî de hejmara jinan ji ya mêran pêhtire. Jin mijare, dayîke, renge û armance, ji lewra em weke jin xwe di hunerê de dibînin, em hestên xwe hemû bi riya hunerê dikarin pêşkêşî civakê bikin."   'Rola jinan di riya taboloyan de nîşan didim'   Şêwekar Narîn Ebdî ji Kobaniye û wiha got: "Ev du rojin em beşdarî sempozyomê bûne, tabloya min bi navê  'Navbera şervanane' ku du şervanên YPJ`ê piştî şer navber dane. Hilbijartina min ji vê taboloyê ew e ku ez di riya wê de peyama ku jin di hemû qadên jiyanê de xwedî rol e. Dema ku ez tabloyên xwe bi dawî dikim, ez hêstên herî xweş û nazik dijîm, ji ber ku ez hemû keda xwe ji bo xweşikbûna vê tabloyê didim."