Hunermend Hozan Mizgîn li herêma Firatê hat bibîranîn 2019-05-11 13:59:22   KOBANÊ - Bi dirûşmeya "Bi rihê 1'ê Gûlanê em hunera wekheviya gelan pîroz bikin" hunermend Hozan Mizgîn di salvegera şehadeta xwe ya 26'emîn de ji aliyê gelê herêma Firatê ve hat bibîranîn.   Bi dehan ji gelê Kobanê, Girê Spî, Sirîn, Eyn Îsa, Minbic û nûnerên Rêveberiya Xweser ya Demokratîk, Kongra Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Mala Jinê, Mamoste û Partiyên siyasî li Çand û Hûnera Baqî Xido kom bûn û hunermed Gurtbet Aydin (Hozan Mizgîn) bi bîranîn.   Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre li ser kesayeta şehîd Mizgîn sînevizyon hat pêşkêşkirin. Paşê jî axaftin hatin kirin.   Li ser navê desteya Çand û Hûnerê  Zekiya Mihemd Şêx axivî û got: "Di vê rojê de rêhevala me Gurbet Aydin şehîd bû, rola wê di pêşketin û avakirina hunera şoreşgerî de gelek mezin bû, em çiqas qala têkoşîna wê bikin em ê nikarbin mafê wê bidin, ew di dilê hemû jinan de dijî û mîrateya wê her tim ew ê zindî be."   Her wiha li ser  navê meclîsa Malbatên şehîdan Silêman Silêman jî wiha got: "Di kesayeta şehîd Mizgîn de em hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin. Şehîd Mizgîn di salên 1980'an de awaz û dengê wê pêşengiya şoreşê kir."     Li ser  navê Kongra Star Semîra Ehmed: "Şehîd Mizgîn bi huner û stranên xwe dikaribû ku hemû jinan bandor bike. Heger hunera mirovan nebe, welat jî tune ye. Loma hebûna hûnermendên me tê wateya parastina welat û axê. Şehîd nirxên me ne û tu carî namirin."   Piştî axaftinan şêwekar Bîkaso ji Girê Spî wêneya zindî ya Berxwedêr Mizgîn li ser dikê xêz kir. Her wiha Koma stranên gelêrî ya Çand û Hûnera Minbicê, hunermend Gerzan Kobanê,  hunermend Stêrvan Bozan ji Kevana Zêrîn û Sadûn Kobanê jî stran pêşkêş kirin.   Şahî bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.