Kedkarên SES'ê bi êrîşa polîsan re rû bi rû man: 2 kes hatin hatin binçavkirin 2019-05-11 13:07:24   ENQERE - Polîsan bi awayekî tund êrîşê çalakiya endamên SES’ê ku daxwaza mafê xwe dikin kir û ew di nav xwînê de hiştin. Polîsan 2 kes binçav kirin.   Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya girêdayî KESK’ê têkildarî kampanyaya xwe ya bi daxwaza “zema dema xizmeta fîlî, heqdesta bingehîn û nîşandera zêdek a 3600’yî hem ji bo dema xebatê û hem jî ji bo teqawîtê bigihîje asta ku mirov pê bijîn” daye destpêkirin, xwest li Parqa Abdî Îpekçî daxuyaniyek bide çapemeniyê. Polîsan bi awayekî tund mudaxaleyî çalakiyê kir û kedkaran derb kir. Polîsan çav û serê gelek kedkaran birîndar kir û Hevserokê SES’ê Îbrahîm Karan û Endamê Halkevlarî (Malên Gel) Fûrkan Bîrcan binçav kirin.