Bijîşk Faîze bi dildarî zarokên nexweş derman dike 2019-05-11 10:17:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kerkûkê bijîşk Faîze Xetab weke karekî mirovî heftê du rojan li Ofîsa Çareserkirina Zarokan a Kerkûkê bêpere zarokên nexweş kontrol dike.    Faîze Xetab yek ji bijîşkên Kurd a li Kerkûkê dijî. Pispora nexweşiyên zarokan e û li Nexweşxaneya Kerkûkê kar dike. Herwiha hefteyê du rojan li ofîsa çareseriya zarokan bêpere zarokên ku malbatên wan hejar in kontrol dike û derman dide wan.   Hemû rojên şemiyê di saet 09.00'an de heta 12.00'an û her roja çarşemê ji saet 14.00'an û heta seatên êvarî ofîsa wê vekiriye û zarokên nexweş kontrol dike.Bijîşk Faîze Xetab têkilarî karê xwe yê dildarî ji Rojnews'ê re axivî û got: "Di hefteyê de du rojan weke karekî xêrxwazî zarokên Kerkûkê bêberamber kontrol dikim. Dibe ku bê pirsin ji ber çi vî karî dikî? Ji ber sedema ku li Kerkûk û cîhanê gelek nexweşî zêdebûne  û weke pêwîst nexweşxaneyên hikûmî nikarin bibin bersiva çareserkirina van nexweşiyên li bajêr. "   'Weke erkek mirovî vî karî dikim'   Faîze eşkere kir ku ti ferq û cudahiyê naxe di navbera pêkhate û neteweyên Kerkûkê de û wiha domand: "Kerkûk bajekî pir netewe û bawerî ye. Ez bê cudahiya bawerî û neteweyî temaşeyî zarokên nexweş dikim. Bi taybet zarokên koçber. Piraniya kesên ku tên vir ku bizanin hejar in û hêza wan a kirîna derman nîne, em riya çend kesên xêrxwaz derman û şîr jêre peyda dikin. Ji bo zarokên nexweş ên vî bajarî çi ji destê me bê em ê bikin. Diyare ev karê ku ez dikin karek nû nîne. Li piraniya welatan karên wiha xêrxwazî tên kirin. Ez jî weke erkek mirovî vî karî dikim."   Bijîşk Faîze bal kişand li ser projeyên xwe yên pêşerojê û wiha got: "Ew kesên ku zarokên xwe ji bo kontrolkirinê tînin vir, gelek caran nikarin ji ber rewşa xirab a aborî testên û soner çêbikin. Lewma me riya çend hevrêyan re plan kiriye ku di pêşerojê de testek û sonerekê vekin."   Li ofîsa Faîzeyê sindoqa alîkariyê heye. Her kesekî ku di rojên din de serdana wê bike weke alîkarî hinek pere tavêjinê û piştre ji bo nexweşan derman û pêdiviyên tendirustiyê ji bo nexweşan dikire. Piştre dide wan zarokên ku malbatên wan hejar in."