Zincîra mirovatiyê ji aliyê walîtiyê ve hat astengkirin 2019-05-11 09:28:04   ÊLIH - Li Êlihê ji bo grevên birçîbûnê û rojiya mirinê zincîra mirovatiyê hat avakirin. Lê zincîra mirovatiyê ji aliyê walîtiyê hat astengkirin.   Ji bo piştevaniya girtiyên di greva birçîbûnê û yên di rojiya mirinê de ne, zincîra mirovatiyê hat avakirin. Li Êlihê çalakiya zincîra mirovatiyê ji aliyê walîtiyê hat astengkirin. Xizmên girtiyan û Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê, Necdet Îpek li Parka Ataturkê hatin gel hevdu û dema ku zincîra mirovatiyê ava kirin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.    Amîrên polîsan anîn ziman ku ew ê destûrê nedin vê çalakiyê. Li ser vê yekê parlamenter Necdet anî ziman ku park ji bo herkesî vekiriye û bertek nîşanî astengkirina polîsan da.    Polîsan li dijî nîqaşan vê carê anî ziman ku destûra walîtiyê ji bo çalakiyek bi vî rengî tune ye. Piştî ku destûr nehat dayin kom ji parkê veqetiya.