Çalakiya rojiya mirinê di roja 12’emîn de ye 2019-05-11 09:27:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya koma yekem a li girtîgehan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin di roja 146’emîn de berdewam dike, her wiha rojiya mirinê ya15 girtiyan da destpêkirin jî di roja 12’yan de ye. Di 10'ê Gulanê de 15 girtiyên din jî dest bi rojiya mirinê kirin.    Girtiyên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan ketin grevê, çalakiya xwe derbasî astek din kirin û di 30’ê Nîsanê de çalakiya rojiya mirinê dan destpêkirin. Li girtîgehên wek Amed, Wan, Bakirkoy û Gebzeyê 5 jê jin bi giştî 15 girtî ketin çalakiya rojiya mirinê û çalakiya wan ket roja 12’an. Girtiyên li dijî bêdengiya rayedarên dewletê û bêhestiyariyê çalakî veguhertin rojiya mirinê wiha gotin: “Yên qêrîna berxwedana me ya bilind dibe, nabihizîn û nabînin divê carekê derbarê mirovahiya xwe de lêpirsînê bikin.  Em ê teqez berxwedana xwe bi serkeftinê tacîdar bikin û bi ser kevin.”   Girtiyên ketine rojiya mirinê piranî berê di grevê de bûn.   Girtiyên ketine rojiya mirinê wiha ne:    Asli Dogan:Li Karakoçan a Elezîzê hatiye dinê. 36 sali ye. 19 sal ceza girtiye. 14 sale girtiye. Li girtîgeha jinan a Gebzeyê ye.   Zozan Çîçek: di 1992’an de li Amedê hatiye dinê. 9 sal û 9 meh ceza girtiye. 3 sale di girtîgeha Bakirkoy a Jinan de ye.  Ji 1’ê Adarê de di greva birçîbûnê de bû.   Nesrîn Akgul: Li Gimgim a Muşê hat dinê. Di 15’ê Çile de tevlî greva birçîbûnê bû. Ji 2008’an de ye girtiye û 18 sal ceza lê hatibû birin. Niha li girtîgeha Bakirkoy a jina ye.   Şukran Aydin: Ji Erziromê ye û 22 salî de li Dîlokê hat girtin, rastî îşkenceyê hat û 12 sale girti ye.  130 sal ceza danê. Şukran  li girtîgeha Bakirkoy a jinan girtiye.   Ardil Çeşme: Li Licê ya Amedê hat dinê. Di 1994’an de cezayê muebetê lê hat birîn. Li girtîgeha jinan a Gebzeyê di 1’ê Adarê de tevlî grevê bûbû.   Ahmet Topkaya: Li girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye. Ji 1’ê Adarê de di grevê de bû.   Ferhat Turgay: Li girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye, cezayê muebetê girtiye û tevlî rojiya mirinê bûye.   Ergîn Akhan: Ji Muşê ye. di 2015’an de li Amedê hatiye girtin li girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye.   Enver Donmez: Ji Wêranşar a Rihayê ye. Li girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtiye. Ji 1’ê Adarê de di grevêde bû.   Abdulhalik Kaplan: Ji Licê ye, li girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtiye.   Îhsan Bulut: Li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtiye.  Di 23’ê Sibatê de ket greva birçîbûnê û di 30’ê Nîsanê de ket rojiya mirinê.   Ahmet Anigi: 26 saliye. Li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ye û ji 1’ê Adarê de di grevê de bû.   Ozhan Ceyran: Li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ye. Tevlî rojiya mirinê bû.   Vedat Ozagar: Li girtîgeh Ewlehiya Bilind a Wanê girtiye, tevlî rojiya mirinê bûye.   Erol Çelîk: Li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtiye, tevlî rojiya mirinê bûye.   15 girtiyên din dest bi rojiya mirinê kirin   Herwiha girtiyên 15 girtiyên PKK û PAJK'ê di 10'ê Gulanê de dest bi rojiya mirinê kirin.  Navên kesên ku di koma 2'emîn a rojiya mirinê de cih girtin wiha ye:    "Ji Girtîgeha Kandirayê   Yaşar Cînbaş   Muhammed Înal   Diyadin Akdemir   Engîn Kahraman   Ji girtîgeha Boluyê ya TÎPA F'yê   Îbrahîm Dogan   Ahmet Emîn Eren   Mustafa Taştan   Ji girtîgeha Panosê;   Sena Efe,   Burhan Şik   Faysal Atak   Şafii Kayhan   Ji Girtîgeha Tekîrdagê ya hejmar 1'ê   Reşat Ozdîl   Ji Girtîgeha Tekîrdagê ya hejmar 2'ê   Zekî Bayhan   Yilmaz Yildiz   Ji girtîgeha Wanê ya bi Ewlehiya bilind   Saît Özturk"