Dayikên girtiyan ên Amedê: Em ê li dijî zilmê li qadan bin 2019-05-11 09:16:31   AMED - Aysel Ataş, Behiye Sevîm, Xezal Yildirim û Behriye Tekîn ku zarokên wan li girtîgehan ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, her roj li Parka Koşuyoluya Amedê kom dibin û ji bo zarokên xwe li gel êrîşa polîsan li ber xwe didin.    Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye û niha bi hezaran girtiyên siyasî bi heman armancê di çalakiyê de ne. Her wiha rojiya mirinê jî berdewam dike. Dayikên girtiyan ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê bi laçikên spî her roj li qadan li ber xwe didin. Aysel Ataş, Behiye Sevîm, Xezal Yildirim û Behriye Tekîn zarokên wan li girtîgehan ketin greva birçîbûnê û her roj ev dayik li Parka Koşuyoluya Amedê kom dibin û banga bi hestiyariyê dikin, dibêjin bila ku divê tecrîd rabe.    ‘Em ê her tim li kolanan li ber xwe bidin’    Mehmet Veysel Ateş 2’yê hezîrana 2015’an de li Amedê hat binçavkirin. Mehmet Veysel li Girtîgeha Tîpa T ya Amedê di 1’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Dayika wî Aysel Ateş bal kişand ser grevên birçîbûnê û got heta ku zarokên me birçî bin em ê li qadan, di çalakiyan de bin. Ayselê anî ziman ku rewşa zarokên wan di xeteriyê de ye ku ew ji bo zarokên wan nemirin li qadan kom dibin û wiha berdewamkir: “Dema ku em di çalakiyê de bûn, polîseke jin ji me re got ‘hûn nahêlin em bi zarokên xwe re wextê derbaz bikin, bi wan re bileyizin’. Lê ew qet nafikirin ku çi dibêjin an jî nizanin em ji bo çî li vir in. Xwezî tendûristiya zarokên me başbûya û  me bi wan re nelîstana. Em ji bo wan zarokan li kolanan li ber xwe didin. Divê polîsên jin daxwazên me fêm bikin, lê ew bi tundî êrîşî me dikin û me derp dikin. Em biqasî dayikên wan mezin in, lê ji vê yekê şerm nakin. Çiqas zilm bê kirin em ê li ber xwe bidin, em ê li kolanan bin."   ‘Em ê Kurd bijîn û Kurd bimrin’    Behiye Sevim ji wekî dayikên din li Koşuyoluyê tevlî çalakiyan dibe û dixwaze daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Du zarokên Behiyeyê girtî ne. Ehmet Sevîm li Girtîgeha Tîpa T a Trabzonê ji 20’ê sibatê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Behiye bal kişand ser tecrîdê û wiha got: “Tecrît sûcê mirovatiyê ye. Zarokên me ji bo vê daxwaza mafdar di greva birçîbûnê de ne. Em jî ji bo ew bijîn li kolanan li ber xwe didin. Heta ew di grevê de bin em ê jî  her roj di çalakiyê de bin. Çiqas astengî deynin li ber me ji û heya ku yek ji me bimîne em ê li berxwebidin. Zarokên me hêza me ye û em ê weke wan bi îrade çalakiyên xwe bidomînin. Canê me ji yê zarokên me şîrîntir nîne. Li me bixin û me bi erdê re kaş bikin jî em li hemberî tecrîdê bêdeng namînin. Ziman, ol, nîjad ferq nake bila her dayik rabe ser piyan, em dest bidin hevdu vê xwînê rawestînin. Em tenê aştiyê dixwazin. Ji ber ku em kurd in, zilmê li me dikin. Lê em ê Kurt bijîn û Kurd bimirin. Li pêş me zarokên me dimirin lê ew dixwazin me bêdeng bikin.”   ‘Em ê her tim li ber xwe bidin’   Mehmet Yildirim di sala 2009’an de di 17’e saliya xwe de hat binçavkirin 16 sal ceza jê re hat birîn. Piştre ew sirgunê Girtîgeha Samsunê kirin. Mehmet Yildirim 4 caran ket çalakiya greva birçîbûnê û herî dawiyê di 20’ê sibatê de dest bi grevê kir.  Dayika Mehmet Xezal Yildirim ku tevlî çalakiya dayikan dibê,  diyar kir ku dê her tim li ber xwe bidin. Xezal wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dayikên şêran e, em ê bi wê hêzê li qadan bin. Em ji derp û hovitiyê natirsin. Em ê ji bo aştî û aramiyê hîn bêhtir li ber xwe bidin. Rewşa zarokên me di xeteriyê de ye.”   ‘Bi wan re wijdan tûne ye’   Egît Tekîn di 19 saliya xwe de beriya 4 salan hat binçavkirin. Piştî ku 12 sal ceza lê hat birîn ew sirgunê Girtîgeha Tarsusê kirin. Egît ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Behriye Tekîn, diyar kir ku rewşa zarokên wan di xeteriyê de ye û ji bo ew bijîn ew ê li ber xwe bidin. Behriye, destnîşan kir ku tecrît li ser her kesî pêk tê û wiha got: “Dema ku em li Koşuyoluyê rûniştibun polîsên jin li me xistin, milên me tev şîn kirin. Bi wan re wijdan tûne ye. Dayikek temen  mezin li gel min hat darpkirin. Em rastî tundiyeke dijwar tên. Divê gel ji vê yekê re bêdeng nemine. Yên ku di çalakiya birçîbûnê de ne, ji bo hemû gelê xwe li ber xwe didin. Divê em xwedî li wan derkevin.”