'Hozan Mizgîn hunermend û şoreşger bû' 2019-05-11 09:10:09   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Bi munasebeta 26'emîn salvegera Hunermend Mizgîn (Gurbet Aydin),  Şêwekar, Nêrgiz Isamyîl axivî û got: "Hozan Mizgîn ji bo me stêrkeke geş e. Wê bi huner û şoreşa xwe tarîtî bi dawî kir. Loma em Hozan Mizgîn bi hurmet bi bîr tînin û em ê li mîrateya wê xwedî derkevin."   Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin), Di sala 1962’an de li  gundê girêdayî Elîhê yê bi navê Bileyderê ji dayik bû. Mizgînê, piştî darbeya  sala 1980’an têkoşînê nas dike û  di nav çeperên berxwedanê de cihê xwe digire. Di heman salan de li bajarê Êlîhê tevgera karkeran birêxistin dibe û bi pêşengiya Mazlum Dogan mal bi mal gel tê birêxistinkirin. Mizgînê di wan salan de li gel komeke ciwanan tevlî refên PKK’ê dibe. Di sala 1980’an de Mizgînê diçe Ewropayê û li wir pêşengiya xebatên çand û hûnerê dike. Mizgînê bi kilama “Çemê Hêzil” û “ Gundîno Hawar”  li Kurdîstanê bandorê li ser gel dike. Kilamên Mizgînê tên qedexekirin û gel wê bi qasetên qedexe bi awayekî veşartî guhdar dike.  Mizgînê, di pêvajoya herî zor û zehmet de berê xwe dide Tetwanê û bi sekna xwe ya şoreşgerî û bi rihê xwe yê têkoşer jin û gelê Tetwanê bi bandor dike. Li gel rêxistina Mizgînê gelê Tetwanê êdî bi heqîqetê şiyar dibe. Mizgînê êdî li Tetwanê bi nav û deng dibe û di 11'ê Gulanê de di sala 1992’an de di  pêvçûnê de  jiyana xwe ji dest dide. Lê piştî Mizgînê jin xwedî li têkoşîna Mizgînê derdikevin û serdemeke nû  dest pê dike. Mizgînê, di salvegera xwe ya 27’emîn de tê bîranîn. Şêwekar, Nêrgiz Isamyîl bi munasebeta salvegera şehadeta Hozan Mizgîn hestên xwe anî ziman. Nêrgizê got:"Ew ê jinên wekî Hozan Mizgîn ên leheng û têkoşer her rêya me ronî bikin."   'Em dixwazin di kesayeta Şehîd Mizgîn de hunera gelan zindî bihêlin'   Nêrgizê da zanîn ku Mizgînê ji bo wekheviya gelan û ji bo azadiyê li berxwe da û wiha got:"Hozan Mizgîn bi hêz û îradeya xwe ya xurt mîrateyek mezin û giranbiha li dû xwe hişt. Em di kesayeta mizgîn de 11'ê Gulanê roja Şehîdên Çand û Hûnerê bi bîr tînin. Em bi rihê wekheviya gelan û bi xurtkirina çand û hunera tevahî gelan vê rojê bi bîr tînin. Bi vê dirûşmê em amadekariyên  xwe yên ji bo 11'ê Gulanê dikin. Ew ê Kurd, Ereb, Ermen, Çerkez, Tirkmen cihê xwe di nava çalakiya vê rojê de bigirin. Em dixwazin di kesayeta Şehîd Mizgîn de hunera gelan zindî bihêlin."   'Ew hem hunermend hem jî şoreşger bû'   Nêrgizê herî dawî wiha got:"Şehîd Mizgîn ji bo hunerê û doza azadiya Gelê Kurd kedek mezin da. Wê stranê xwe ji bo azadî û siberojek ronî distira. Wê hunerek rengo rengo pêş xist. Ew hem hunermend hem jî şoreşger bû. Wê bi kesayet û ehlaqê xwe yê hêja her dem xizmeta gelê xwe kir. Hozan Mizgîn ji bo me stêrkeke geş e. Wê bi huner û şoreşa xwe tarîtî bi dawî kir. Loma em Hozan Mizgîn bi hurmet bi bîr tînin û em ê li mîrateya wê xwedî derkevin. Ew ê jinên wekî Hozan Mizgîn ên leheng û têkoşer her rêya me ronî bikin."