Seknek ji stûna bi rûmet a têkoşînê: Leyla Qasim 2019-05-11 09:06:37   Roza Metîna   NAVENDA NÛÇEYAN - Jina Kurd a berxwedêr Leyla Qasim ku hemû rengên Kurdistanî di dilê xwe de vehewandiye 45 sal berê dema ku çû sêdarê bi dilekî pak û rewan sirûda 'Ey Reqîb' xwend. Li dijî înkar û zilma sedan salan wê li Mezopotamyayê strana azadiyê bi lêv kir. Ew bû şilêrên rengîn ên sembola Kurdistanê û bû sembola seknek ji stûna bi rûmet a têkoşîna jinên Kurd.    Di dîroka Gelê Kurd de gelek lehengên jin ên berxwedan ji xwe re wekî rêya azadiyê hilbijartine navê xwe di nava rûpelên rûmetê de nivîsandine. Jinên Kurd ên bi hêvî û doza xwe rêya ronî li ber Gelê Kurd xistine û çong ji dijminê xwe re daneniye îro bi dilekî germ tên bibîranîn. Yek ji jina Kurd a têkoşîn wekî rêya rûmetê dîtiye û bûye sedema hişyariya Gelê Kurd, Leyla Qasim e. Gotina wê ya ‘Min bikujin, lê vê rastiyê jî zanibin ku bi kuştina min dê bi hezaran kurd ji xewa giran şiyar bibin’ wek çirayek geş di dîrokê de cihê xwe girt û ji jinên kurd re pêşengî kir.   Jina Kurd a berxwedêr Leyla Qasim di sala 1952’an de li Xaneqîna Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Ew di nava malbatê de keça bi tenê bû.  Serhildêr û ji dil bû. Bavê Leyla cotkarî dikir. Dibistana navîn li dibistana bi navê Wend xwend û serkeftî bû. Leyla di zarokatiya xwe de gelek zindî bû. Tevî ku malbatek xizan bûn jî bavê Leyla dixwest ew bixwîne. Piştî dibistana seretayî wê  tevî malbata xwe ji ber xizaniyê di sala 1958’an de koçî Bexdayê kir. Wê her dem parastina doz û têkoşîna Gelê Kurd ji bo xwe peywirek gelek girîng û mezin didît. Wê dibistana amadekariyê li Bexdayê qedand. Piştre beşa Civaknasiyê ya Zanîngehê qezenç kir. Leyla dema 20 salî bû Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê nas kir û gotarek nivîsand. Wê gotara xwe li ser dijminatiya Seddam Husên a li dijî Gelê Kurd nivîsand û ji ber vê hedef hat girtin.    Têkoşîna Leyla ya di nava yekîtiya xwendekaran de    Di sala 1972'an de di nava bajarê Bexdayê de liv û tevger û têkoşîna Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê tevî zextên îstixbarata BAAS’ê ya Iraqê her ku diçû zêde dibû.  Wan salan piraniya hêz û şoreşa kurdan  di bin rêbertiya P.D.K.I.  de li çiyayên başûrê Kurdistanê û herêmên azadkirî de civiyabû. Ji bo wê jî dema Leylayê dît ku herkes dibêje; Kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hildin û jin nikarin tevî karê mêran û xebata şoreşgerî bibin û xebatên jinan ji yên mêran cuda ne, lê Leylayê biryar da ku tevî xwendevanên ciwan bi awayekî çalaktir û berfirhetir xebata xwe ya Kurdayetiyê li bajarên Iraqê û bi taybetî jî li Bexdayê zêdetir bike.    Leyla beşdarî pêşmergeyan bû   Leyla di serdema ku beşdarî nava yekîtiya xwendekaran bû biryar da ku beşdarî pêşmergeyan bibe. Dema Leyla beşdarî pêşmergeyan bû wê demê li Başûrê Kurdistanê pêvajoyek hessas hebû.    Ji bo balê bikşîne ser komkujiya li dijî Gelê Kurd balafir revand   Di 1974'an de Rejîma BAAS'ê li dijî Gelê Kurd şerê xwe mezintir kir. Malbatên Kurd ji Bexdayê derxistin. Rejîma Iraqê Bajarê Qeladizê bombebaran kir. Gelek Kurd di encama bombebaranê de hatin qetilkirin. Leyla Qasim a ku ji bo balê bikşîne ser komkujiya li dijî Gelê Kurd balafir revand, di 24'ê Nîsana 1974'an de hat girtin. Dema li girtîgehê bû bi  îşkenceyên mezin û dijmirovî re rû bi rû hat hiştin. Bi biryara Sedam Leyla û 4 hevalên xwe di 13'ê Gulana 1974'an de hatin darvekirin.    Gotina Leylayê ya dawî ku di hafizaya Gelê Kurd de cihekî taybet girt   Li gorî daneyan Leyla piştî  ku di bin çavdêriya ıstiqbarata dewletê de bûye jî bi wêrekî bersiva pirsyarên karbidestên dewletê daye û di dadgehê de li rûyê dadgerê BAAS'î  bi dengekî bilind wiha gotiye:" Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd wê ji xewa giran şiyar bibin, ez pir kêfxweş im ku bi serfirazî û di riya azadiya Kurdistanê de canê xwe fîda dikim."   Gelek malbatan navê Leyla Qasim li zarokên xwe kirin   Leyla bi hewldana xwe ya ji bo doza azadiya gelê Kurd û Kurdistanê bû sembol û mînak. Wekî rengên keskesorê di dilê Kurdan de hat neqişandin. Gelek malbatên Kurd di bin bandora têkoşîna Leyla Qasim de man û navê zarokên xwe kirin Leyla. Gelek zarokên ku navê Leyla girtin bi hêz û îradeyek xurt mezin bûn û di rêya têkoşîna Leyla de dimeşin.    Leyla di oxira doza Kurdistanê de canê xwe feda kir   Ji ber ku Leyla jinek jêhatî û serbixwe bû loma vê yekê Rejîma BAAS'ê tirsand. Di demek kin de bi lez û bez doza wê û çar hevalên wê bi dawî anîn. Leyla herçend  hatibû îşkencekirin jî ji bo ku dilê gelê Kurd şa bike û her wiha dilê dagirkerên welatê xwe biêşîne, bi rûyekî geş û bi kenê saf û pak, ber bi sêdarê ve meşiyaya û  nehiştiye ku çavên wê bigirin, destên wê jî girê bidin. Leyla di 22 saliya xwe de hat darvekirin. Dema ku Leyla hat darvekirin xeber jî nedabûn malbata wê. Lê Leylayê wasiyetek ji dayika xwe re kiribû. Leylayê ji dayika xwe re gotibû:"Dayê tu xem neke ez jinek têkoşer im. Ez ji bo gelê kurd û Kurdistanê li ber xwe didim. Do Seddam û hinek kes li gel wî hatin vê derê. Wan digotin qey ew ê min bixapînin. Ji bo ez dev ji têkoşîna xwe berdim teklîfên aborî ji bo min kirin. Lê min ji wan re got ku ez ne bê rûmet im ku van teklîfên we qebûl bikim. Ez ê canê xwe ji bo doza Kurdistanê feda bikim. Dayê wê bi mirina me gelek Kurd dê hişyar bibin."   Gurzek porê xwe ji bo dayika xwe wekî diyarî şand   Leyla ya ku porê wê ji rengê şevê ji bo dayika xwe gurzek porê xwe wekî  diyarî dişîne.    Helbesta Helbestkar Cegerxwîn a ji bo Leyla Qasim   Leyla Qasim bi sekna xwe ya bi rûmet bû mijara helbestên helbestkarên Kurd ên hêja. Helbestkarê nemir Cegerxwîn di helbest xwe de pesnê têkoşîna Leyla dide.    Helbesta Cegerxwîn a ji bo Leyla Qasim wiha ye:   “Leyla   Şêr, şêr e, mêr e yan jin e   Nîşan bi dest, Leyla min e   Polaye dil wek asin e   Leyla kî ye?   Leyla jin e.   Leyla min e.   Leyla min e…   Leyla keça Mît û Meda   Canê xwe da di ber me da   Bijîn heçî ko canfida   Xweş bin ji te jar û geda   Leyla kî ye?   Leyla jin e.   Leyla min e.   Leyla min e…   Divêm li pey te bêm e jî   Çibkim bi vê jîna rijî ?   Xwînê nerejî napijî   Leyla bijî, Leyla bijî !”