Li Wanê tecrîd bi findên vêxistî hat şermezarkirin 2019-05-11 08:56:17   WAN - Li Wanê malbatên girtiyan ji bo tecrîdê şermezar bikin fing vêxistin. Piştî vêxistina findan girseyê astengiyên polîsan bi dirûşman şermezar kir.   Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xizmên girtiyan li Parka Sanatê ya Wanê çalakiya vêxistina findan li dar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan jî tevlî çalakiyê bû. Girseya ku find vêxist çalakiya rûniştinê pêk anî û xwest daxuyaniyê bide. Li ser vê yekê polîsên ku park dorpêç kirin daxuyanî asteng kirin.    Girseyê jî astengkirina polîsan bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" şermezar kir.