Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Êlihê avakirina xwe îlan kir 2019-05-10 13:57:26   ÊLIH - Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Êlihê, avakirina xwe îlan kir û banga rêxistinbûyînê li ciwanan kir.    Ciwanên, li Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê kom bûn, bi daxuyaniya çapemeniyê avakirina Meclîsa Ciwanan a Bajêr îlan kirin. Ciwanan di civîna çapemeniyê de pankarta “Ne birçîbûn, bêdengî dikuje” vekirin û bal kişandin ser tecrîda dewam dike. Ciwanan di civînê de, bang li ciwanan kirin ku li xwe di HDP’ê bi rêxistin bikin.    Işik Ûlûtekîn li ser navê Meclîsa Ciwanên HDP’ê daxuyanî da û wiha axivî: “Di pêvajoya çûyî de, bi hezaran malên mirovan hatin şewitandin, mirov neçar man ku koç bikin û bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan. Bi qeyûman, li ser gelê Kurd, polîtîkayên zext û êrîşan bi rêve birin. Tecrîd li ser Birêz Abdullah Ocalan kurtir kirin. Ev tecrîd li dijî gelê Kurd berfirehtir kirin. Di serdemek wiha de, di şexsê Leyla Guven de grevên birçîbûnê dest pê kirin û li hemû deveran belav bûye.”    Işik, da zanîn ku hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re kirî, nayê wê wateyê tecrîd rabûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo çalakî bi dawî bibin, van hevdîtin pêk tînin. Em weke ciwanan, xwedî daxwazên çalakgerên di greva birçîbûnê dene derdikevin. Di vê çarçoveyê de em avakirina Meclîsa Ciwanên Êlihê îlan dikin. Em bang li hemû ciwanên Êlihê dikin ku werin dibin banê Meclîsa Ciwanan de bi xwe bi rêxistin bikin.”