Polîsan êrîş bir ser malbatên girtiyan ên li Bakirkoyê 2019-05-10 13:32:34   STENBOL - Malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rojiya mirinê û grevên birçîbûnê li ber Girtîgeha Bakirkoyê li hev civiyan dîsa bûn hedefa êrîşa polîsan û hatin binçavkirin.   Malbatên Girtiyan li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li pêş Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê nobeta xwe berdewam kirin. Malbat ji bo nobetê carek din li pêş girtîgehê kom bûn û xwestin daxuyanî bidin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Serpîl Kemalbay tevlî çalakiya malbatên girtiyan bûn. Dayikên ku bi rojan rastî mudaxaleya polîsan tên, îro careke din bi êrîşa polîsan re rû bi rû man, hatin derpkirin û hatin binçavkirin.    Kesên ku hatin binçavkirin: Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Îrfan Tunççelîk, Hurî Tayfur, Sacîde Tayfur, Emîne Kaya, Vetha Bîngol, Naciye Karabaş, Asuman Çeşme, Yeter Seyhan, Gulsum Dag, Emîne Saruhan, Guler Bugday û Beyazê ku paşnavê wê nehat zanîn hatin binçavkirin.