1’e mîn komcivîna Yekîtiya Jinên Ciwan hat lidarxistin 2019-05-10 13:09:12   ŞEHBA - 1’e mîn komcivîna Yekîtiya Jinên Ciwan bi dirûşmeya "Bi pêşengtiya jinên ciwan em ê pergala Îmraliyê bişkînin û Efrînê rizgar bikin" li hola kampa Serdem a navçeya Ehdas a Şehbayê hat lidarxistin.   Bi dirûşmeya "Bi pêşengtiya jinên ciwam em ê pergala Îmraliyê bişkînin û Efrînê rizgar bikin" 1'emîn komcivîna Yekîtiya Jinên Ciwan li herêma Şehba, Efrîn û Helebê li Kantona Şehbayê hat lidarxistin. Hol bi wêneyên Rêber PKK'ê Abdullah OcAlan, Leyla Guven û rêhevalên wê, pakrewanên azadiyê, û her wiha pankartê bi nivîsa "Serî hilde, şer bike, Efrînê azad bike" hat xemilandin. Bi tevlî bûna hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Demokratîk, nêzî 200 jinên ciwan li komcivînê amade bûn, her wiha mêvanên ku ji Bakur û Rojhilata Sûriyê jî tevlî komcivînê bûn.   Komcivîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî pakrewanên azadiyê hat destpêkirin. Paşê axaftin li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê Jiyan Koçer, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşe Hiso  hat kirin.    Di axaftinê de wiha hat gotin: "Ev komcivîn em di serî de li Rêber Apo û berxwedana Leyla Guven pîroz dikin. Leylayê ji bo tecrîda giran a li ser Rêber Apo were rakirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Ev tecrîd ji bo ku rabe erkeke li ser milê her jinek ciwan e, ji ber ku bingeha civakê ciwan in. Divê her jinek xwedî li fikira Serok Apo derkeve xwedî li welat û axa xwe derkeve. Efrîn jî wê bi îrade û hêza jinên ciwan were rizgarkirin, jinên ciwan jî wê tola jina kurd hildin û berxwedana xwe berdewam bikin."   Piştî axaftinan sinevizyon li ser rola jinên ciwan di hundirê Sûriyeyê de û bi taybet di Kantona Efrînê de hat pêşkêşkirin. Her wiha rapora 2 salan hat xwendin.   Komcivîna Yekîtiya Jinên Ciwan bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berdewam dike.