Koma duyemîn a girtiyan dest bi rojiya mirinê kir 2019-05-10 10:23:08   AMED - Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye di roja 184'an de didome.   Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye, di roja 184'an de didomîne. Bi heman armancê li Hewlêrê berxwedana Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz di roja 171'emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş jî di roja 145'emîn dewam dike. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil di 16'ê kanûna 2018'an de dest pê kiribû, di roja 146'an de didome. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 111'emîn de bi biryardariyek xurt didomîne. Herêm Mehmûd, bi heman armancê li Kelarê ya Germiyanê 76 roj in di greva birçîbûnê de ye. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 70'an de berdewam dike.      Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê di 8'ê Adarê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibûn ku li girtîgehan piştî koma ewil a çalakgerên rojiya mirinê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, dê di 10'ê Gulanê de 15 girtiyên din jî beşdarî çalakiya rojiya mirinê bibin.    Navê 15 girtiyên koma duyemîn ên îro dest bi rojiya mirinê kirin, wiha ne:    Li Girtîgeha Kandarayê; Yaşar Cîbaş, Mûhammed Înal, Diyadin Akdemîr, Engîn Kahraman. Li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê; Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren, Mûstefa Taşan. Li Girtîgeha Patnosê; Sena Efe, Bûrhan Şik, Faysel Atak, Şefîk Kayhan. Li Girtîgeha Tekîrdag a Hejmara 1; Reşad Ozdîl. Li Girtîgeha Tekîrdag Hejmar 2; Zekî Bayhan, Yilmaz Yildiz. Li Girtîgeha Ewlehiya bilind a Wanê; Saît Ozturk.