'Hozan Mizgîn bi dengê xwe yê xweş bandorek erênî li ser min kir' 2019-05-10 09:11:10   HESEKÊ - Endama Rêveberiya Çand û Hunerê ya Hesekê, Heyfa Mihemed a ku bi Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) re xebitiye behsa bîranînên xwe yên bi Hozan Mizgîn kir. Heyfayê diyar kir ku ew Hozan Mizgîn bi kesayeta xwe û dengê xwe bandor li ser gelek kesî kiriye û got:"Hozan Mizgîn bi dengê xwe yê xweş bandorek erênî li ser min kir. Şehîd Mizgîn ne tenê bi hunera xwe di heman demê de bi sekin, têkoşîn û kesayeta xwe ya bi biryar jî bandor li ser bi hezaran kesî kiriye."   Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin), Di sala 1962’an de li  gundê girêdayî Elîhê yê bi navê Bileyderê ji dayik bû. Mizgînê, piştî darbeya  sala 1980’an têkoşînê nas dike û  di nav çeperên berxwedanê de cihê xwe digire. Di heman salan de li bajarê Êlîhê tevgera karkeran birêxistin dibe û bi pêşengiya Mazlum Dogan mal bi mal gel tê birêxistinkirin. Mizgînê di wan salan de li gel komeke ciwanan tevlî refên PKK’ê dibe. Di sala 1980’an de Mizgînê diçe Ewropayê û li wir pêşengiya xebatên çand û hûnerê dike. Mizgînê bi kilama “Çemê Hêzil” û “ Gundîno Hawar”  li Kurdîstanê bandorê li ser gel dike. Kilamên Mizgînê tên qedexekirin û gel wê bi qasetên qedexe bi awayekî veşartî guhdar dike.  Mizgînê, di pêvajoya herî zor û zehmet de berê xwe dide Tetwanê û bi sekna xwe ya şoreşgerî û bi rihê xwe yê têkoşer jin û gelê Tetwanê bi bandor dike. Li gel rêxistina Mizgînê gelê Tetwanê êdî bi heqîqetê şiyar dibe. Mizgînê êdî li Tetwanê bi nav û deng dibe û di 11'ê Gulanê de di sala 1992’an de di  pêvçûnê de  jiyana xwe ji dest dide. Lê piştî Mizgînê jin xwedî li têkoşîna Mizgînê derdikevin û serdemeke nû  dest pê dike. Mizgînê, di salvegera xwe ya 27’emîn de tê bîranîn. Derbarê Hozan Mizgîn de Endama Rêveberiya Çand û Hunerê ya Hesekê, Heyfa Mihemed a ku bi Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) re xebitiye behsa bîranînên xwe yên bi Hozan Mizgîn kir.   'Ne tenê li ser kesayeta min li ser hemû kesan bandor kir'   Heyfa bi lêv kir ku Hozan Mizgîn mînakek jina têkoşer bû û wiha got:"Li Lubnanê di şahiya 15’ê Tebaxê de min dît jinek ciwan stranan dibêje. Ez hîn bûm ku ew jina ciwan a dengxweş Mizgîn e. Gelek bandor li ser kesayeta min kir ji ber di wê demê de ku jinek di temenê xwe yê biçûk bê şerm li hemberî ewqas kesî stran digot. Ne tenê li ser kesayeta min li ser hemû kesan bandor kir û niha bi sedan jinên me rêya Ş.Mizgîn dişopînin û li şahiyan û taxan stranbêjiyê dikin. Her wiha li dijî faşîzmê û ji bo azadiya xwe têdikoşin. Ş.Mizgîn ne tenê stranbêjî dikir di heman demê de jinek şerker bû, di aliyê huner û stranbêjiyê de rê li ber hemû jinan vekir û niha bi hezaran Mizgîn hene. Çiqas em behsa Şehîd Mizgîn bikin kêm e li hemberî tiştî ku kir. Em dikarin bêjin çawa serok bi fikir û felsefeya xwe ewqas kes bi fikirê xwe girê da heval Mizgîn jî bi şerê xwe û hunera xwe ewqas mirov bi xwe girêda. Bi hezaran kes niha di şopa wê de dimeşin."   'Hozan Mizgîn bi dengê xwe yê xweş bandorek erênî li ser min kir'   Heyfa wiha dawî li axaftina xwe anî:" Em hêvî dikin ku her kes hunera xwe derxe û di şopa heval Mizgîn de biçin. Dema ez diçûm şahiyê min stranek Mizgînê got ji ber kiribû. Ez dixwazim ev çend peyvên ku min ji stranê girt ez diyarî hemû dayikên Şehîdan û ji bo 11'ê gulanê jî ez vê stranê bêjim. Hozan Mizgîn bi dengê xwe yê xweş bandorek erênî li ser min kir. Şehîd Mizgîn ne tenê bi hunera xwe di heman demê de bi sekin, têkoşîn û kesayeta xwe ya bi biryar jî bandor li ser bi hezaran kesî kiriye."