Kesîre, Kevser, Xelîce: Piştî sê mirinan têkoşînek 2019-05-10 09:09:21   MÊRDÎN - Mehmet Şîrîn Kaya ji aliyê cerdevanan ve bi çekên otomatîk hatibû qetilkirin, piştî mirina wî rastiya 3 jin û zarokên neçar man bê bav mezin bibe derket holê. Bavê Mehmet, 25 sal berê, hevjînê meta wî Xelîceyê 27 sal berê tên qetilkirin. Dayik, metik û hevjîna Mehmet, Kesîre jî niha heman qederê dijî. Her sê jinan diyar kirin ku wê heta dawî li pey edaletê bin.   Mehmet Şîrîn Kaya (25) li taxa Stîlîlê ya Nisêbîn a Mêrdînê di 26’ê Nîsanê de bi şev saet li dora 23.00’an de li ber deriyê xwe di êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Der barê bûyerê de di rojên borî de 5 cerdevan hatin girtin. Serdozgeriya Komarê biryara veşariyê da dosyayê û hat hînbûn ku 22 gule li sînga Mehmet Şîrîn ketiye.   Xaniyê wan ê li Nisêbînê hat hilweşandin çûn gund   Li pey Mehmet hevjîna wî Kesîre ya 6 mehî ducanî û zarokê wî yê 5 salî ma. Çîroka Mehmet û malbata wî jî, yek ji mînakên zilma ku Kurdan jiyaye. Mehmet û malbata xwe ji ber pevçûnên di navbera sala 2015-2016’an ya li Nisêbînê, ji ber xaniyê wan hilweşiya demek dirêj li gund dimînin.   ‘Niha wê zarokên wî jî wê bê bav mezin bibin’    Dayika Mehmet, Kevser Kaya di 1994’an de hevjînê xwe winda dike. Mehmet hîna pitik bû hîzbullahê bavê wî qetil kir. Kevserê wiha got: “Ez ne li malê bûm. Ez ligel keça xwe bûm. Kurê min ji bo zarokê xwe çûye marketê û piştî vegerê li ber malê hat qetilkirin. Kurê min hîna biçûk bû bavê wî hat qetilkirin. Bila xwedê heqê me nehêle. Ji me çi xwestin? Zarokên min bê bav mezin bûn, niha jî yên Mehmet wê bê bav mezin bibin. Ji sînga wî 22 gule derxistin. Ez heta dawî li pey doza kurê xwe me. Ez edaletê dixwazim. Heta dawiya jiyana xwe ez ê têbikoşim.”   ‘Hevjînê min di bin panzêrê de ma’   Metik û dayika hevjîna wî Xelîce Kaya ku dîtiye Mehmet hatiye qetilkirin, diyar kir ku hevjînê wê jî di Newroza 1992’an de di bin panzêrê de maye û jiyana ji xwe dest daye û wiha got: “Wê demê keça min nû hatibû dinê. Hevjînê min li ser pirê di Newroza 1992’an de di bin panzêrê de ma. Ez edaletê dixwazim, kî sûcdar be bila cezayê xwe bikşîne. Me tiştek bi kesî nekir. Me mala kesî neşewitand. Me zarokên kesî nekuşt. Çima me hedef digirin. Dema çûm di nav xwînê de bû. Keça min ducanî ma. Hîna şok ji ser xwe navêtiye.”   Xelîceyê di dawiyê de bi lêv kir ku Mehmet hem birazî û hem jî zavayê wê bûye û bi lêv kir ku ji bo sûcdar ceza bikşînin wê heta dawî têbikoşe. Xelîceyê da zanîn ku wê keça wê Kesîre jî wek wê û Kevserê zarokên xwe bê bav mezin bike û got her sê nifşan jî heman qeder jiyaye.