Malbata Viyanê: Rewşa tenduristiya wê ne baş e 2019-05-10 09:07:43   AMED - Viyan Hevjîn Morkuzu ya li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê de ye û her wiha nexweşa tuberkulozê ye, hat hînbûn ku rewşa wê gelek xerab e. Apê wê Mehmet Morkuzu wiha got: “Viyanê xatir ji me xwest. Tirsa me mezin e. Divê demildest bikevin tevgerê. Zarok dimirin. Bila deng bidin dengê wan. Divê hikûmet daxwazan ji nedîtîve neyê.”   Çalakiyên greva birçîbûnê ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, bi pêşengiya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hat destpêkirin, ji 1’ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû. Yek ji girtiyên ku li dijî tecrîdê ketiye grevê Viyan Hevjîn Morkuzu ya ku 3 sale girtiye û niha li girtîgeha Jinan a Şakranê dimîne ye.   ‘Rewşa tenduristiya wê xirab bû’   Viyan li Amedê hatiye dinê û ji Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye. Viyan ku tevlî daxuyaniya prostestokirinê ya qetilkirina xwendekarên zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem yê di 6’ê Kanûna 2009’an de hat qetilkirin, bû, hat binçavkirin û berdan. Piştî zanîngeh qedand li Mûşê dest bi peywira hîndekariyê kir û ji ber endama Egîtîm Senê bû rastî mobbîngê hat. Vîyan çend sal şûnde ji heman dosyayê dîsa hat girtin.   ‘Divê hikûmet daxwazan bibîne’   Apê wê Mehmet Morkuzu, destnîşan kir ku rewşa tenduristiya Viyanê gelek xirab e û got Viyanê di telefonê de gotiye rewşa wê xirab e, ji bo her encamê amade bin û wiha got: “ Rewşenbîr, zanistên vî welatî niha li girtîgehan di grevê de ne. Divê hikûmet daxwazan demildest bibîne. Viyan di malbateke demokrat de hat dinê. Viyanê bi sekn û biryara xwe di malbatê de rolek pêşeng lîst. Li dijî neheqiyê bêdeng nema. Tevî nexweşiya xwe ket grevê. Ew ji bo welatekî ku dikarin lê bijîn têdikoşin.”   ‘Ji kezeba xwe ne rehet e’   Mehmet di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku Viyan nexweşa tubekulozê ye û ji kezeba xwe ne rehet e û wiha pê de çû: “Piştî grevê nexweşiya wê giran bû. Heta aliyê çepê yê bedena wê bê bandor maye û nikare bîhna xwe bigire. Tevî nexweşiya xwe di grevê de ye û ev me serbilind dike. Viyanê xatir ji me xwest. Tirsa me mezin e. Divê demildest her kes bikeve tevgerê. Ez bang li dayikan dikim. Zarok dimirin, bila deng bidin dengê wan.”