‘Gelo wê kengî Roja Dayikan bi dayikên Kurd bidin jiyîn’ 2019-05-10 09:05:46   AMED - Yek ji dayikên ku bêyî zarokên xwe dikeve Roja Dayikan, Gulîstan Guven e. Gulîstanê diyar kir ku du zarokên wê ji 1’ê Adarê de li girtîgehê di grevê de ne û wiha got: “Gelo kengî Roja Dayikan bi me dayikên Kurd dane jiyîn! Wek salan berê em niha jî li gel berxwedana zarokên xwe ne.”   Dayikên Kurd wek her sal îsal jî Roja Dayikan bi xemgînî lê bi têkoşînek mezin pêşwazî dikin. Gelek dayikên ku zarokên xwe winda kirine, vê rojê ya li ser goristanan yan jî li ser girtîgehan derbas dikin. Dayik îsal jî ji bo zarokên xwe yên di grevê de li kolanan berxwe didin. Yek ji van dayikan ku bi salane bi hesreta zarokên xwe dijî, Gulîstan Guven e. Gulîstan li gundê Reşik a Farqînê ya Amedê tê dinê û hîna 5 salî bû dayika xwe winda dike, 2 salên din şûnde jî bavê xwe winda dike. 13 salî tê zewicandin. 12 zarokên wê hene û bi jiyana wê bi xizanî, tunebûn û têkoşînê derbas bû. Di 1999’an de piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin, Gulîstan tê Amedê û tevlî greva birçîbûnê dibe. Di grevê de tê binçavkirin û piştî 15 roj binçavkirinê tê girtin. Gulîstan tevî temenê xwe niha jî têkoşîna xwe dide. Du zarokên Gulîstanê jî ji bo rakirina tecrîdê niha li girtîgehan ji 1’ê Adarê de di grevê de ne.   Temenê wê bi têkoşînê derbas bûye   Gulîstanê diyar kir ku di sala 1999’an de piştî bihistiye Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê tê Amedê û wiha pê de çû: “Ji bo azadiya wî min jî bi hevalên xwe re têkoşîn da. Ez ketim greva birçîbûnê. Dema em di grevê de bûn em 15 rojan di bin çavan de man. Piştre em hatin girtin. Çawa zarokên me îro ketine grevê em jî wê demê ketinê. Min li girtîgehê pir îşkence dît. Piştî ji girtîgehê derketim em çûn Enqereyê. Zarokên min biçûk bûn. Min ew hiştin û ez çûm Enqereyê. Li wir em derb kirin.”   2 zarokên wê di girtîgehê de ne   Gulîstanê destnîşan kir ku tevî hemû zilm û êşa dewletê ew ne poşman in û ev tişt anî ziman: “Me têkoşîna azadiya xwe bi her awayî meşand. Me tu tiştekî ku em pê poşman bibin nekir. Niha ez pîr bûme, ez carek din bêm dinê ez ê hîn bêtir têbikoşim. Dema cesaret hebe divê mirov li pey cesareta we biçin. Ez bi saya îradeya xwe hatim vî temenî. Niha keçek û kurekî min di girtîgehê de ne. Her sal bi ser mala min de tê girtin. Deriyên me dişkînin. Berê çekê didin me. Me tehdîd dikin.”   Îşkenceya 44 saet rê   Gulîstanê got kurê wê Metîn (48) û keça wê Sudan (44) niha di girtîgehê de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sudan dema zarok bû wek agir bû. Gelek bi cesaret bû. Ji bo Sudanê 12 sal ceza hat birîn. Ji ber Kurd bû, rêveberiya HDP’ê bû hat girtin. Niha 4 sal cezayê wê maye. Gelek îşkence dît. Ji girtîgeha Elezîzê surgunê Alanyayê hat kirin. 44 saetan de birin Alanyayê. Îşkence û heqeret lê kirin. Piştî ku çû, ji ber di greva birçîbûnê de bû ew 15 rojan xistin hucreyê. Metîn jî di 1992’an de hat girtin, cezayê muebetê lê hat birîn. Tevlî PKK’ê bûbû. Hat girtin. Li girtîgeha Amedê dima. Piştre surgunê Amasya, Sîncanê kirin. Niha jî li Karabukê ye. 3 sal maye bê berdan. Di 95’an de li girtîgeha Amedê ket grevê. Niha jî di grevê de ne. Ji 1’ê Adarê de zarokên min ketin grevê. Zilmê li wan dikin, îşkenceyê lê dikin. Heqeretan lê dikin. Ez bi can û dil piştgiriyê didim zarokên xwe.”   Gulîstanê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser Roja Dayikan û hestên xwe wiha anî ziman: “Em ji bo zarokên xwe aştî û azadiyê dixwazin. Dayikên Kurd kengî roja dayikan jiyan ku wê niha bijîn. Em ê wê rojê ji bo zarokên xwe dîsa ya li ser goristanan an jî li ber girtîgehan bin. Em heta dawî li pişt daxwaza mafdar a zarokên xwe ne.”