Dayikan ji ber girtîgeha Umraniyeyê bang kir: Em ê li ber xwe bidin 2019-05-09 15:17:20   STENBOL - Dayikên girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de li ber Girtîgeha Umraniyeyê çalakiya rûnitşinê li dar xistin û gotin: “Em ê li ber xwe bidin.”    Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne piştî ji hevdîtina li gel zarokên xwe derketin  ji bo xwedî li zarokên xwe derkevin li ber Girtîgeha Tîpa T a Umraniyeyê ya Stenbolê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Ümraniyê jî piştgirî dan malbatan.    Dayikan demekê li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê ya bêdeng li dar xistin û dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bila tecrîd rabe û Leyla bijî” berz kirin. Dayikan bi lîlandinê çalakiya xwe bi dawî kirin.    'Çalakî veguherî rojiya mirinê'   Parlamenter Şevîn Coşkun li ser navê malbatan daxuyanî da û diyar kir ku dayikên girtiyan ji Gebzeyê heta Bakirkoyê, ji Amedê heta Batmanê li gellek deveran dengê xwe radigihînin û çalakiya grevabirçîbûnê bi pêşengiya Leyla Guven hat destpêkirin veguherî rojiya mirinê.    Şevîn da zanîn ku daxwaza çalakgeran gellek zelal e û got: “Dixwazin ku gavek berê gavekê tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe. Ji bo vê yekê ez li vir bang li Wezîrê Dadê dikim. Qanûnên xwe yên heyî pêk bînin. Ez li vir bang li raya giştî jî dikim, dibe ku sibê pirr bibe dereng jî.”    'Ez dayikan silav dikim'   Dayika Xalit Yavuz ê 70 roj in li Girtîgeha Umraniyeyê di greva birçîbûnê de ye Ayşe Yavuz jî axivî û wiha got: “Ez hemû dayikên me yên li ber xwe didin silav dikim. Me îro zarokên xwe dîtin. Moralê hemûyan baş e. Wan moral dida me. Em îro ji bo zarokên xwe li vir in. Em naxwazin cenazeyên wan bi ser me ve werin. Ji bo zarokên me bijîn em ê li ber xwe bidin.”