'Bêdengiya li hember dengê dayikan wê mirinê bîne' 2019-05-09 14:40:33   ÎZMÎR - Ji Komîsyona Jinan a ÎHD'ê Cemîle Karakaya diyar kir ku êrîşa li hember dayikên laçiksipî yên li dijî tecrîdê dest bi çalakiyan kirin bi serê xwe îşkence ye û ev tişt got: "Bêdengiya li hember dengê dayikan û nexestina çareseriyê wê bi xwe re mirinê bîne."   Komîsyona Jinan a ÎHD'ê ya Îzmîrê, derbarê dayikên ku zarokên wan li dijî tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê PKK'ê li girtîgehan di grevê de ne ku dest bi çalakiyan kirin û bi êrîşa polîsan re rûbirû man de cîvîn ji çapemeniyê re li dar xist. Daxuyaniya ku li avahiya saziyê hat dayîn li ser navê Komîsyona Jinan  ji aliyê Cemîle Karakaya ve hat xwendin.     'Êrîş rûyê dewleta mêr ê dijminantiya jinê dike ye'   Cemîle diyar kir ku li gel 3 rengên hatin qedexekirin rengê spî jî hatiye qedexekirin  û tê xwestin ku civak di tarîtiyê de bimîn e, dayikên ku dibêjin bila zarokên dayikên laçiksipî nemirin hene. Cemîle anî ziman ku êrîşa li dayikên laçik spî hat kirin êrîşa li hember hemû jinên aştî xwaz ku mirinê naxwazin e.  Cemîle wiha berdewam kir: "Ev êrîşa li dijî dayikan rûyê mêrê dijminatiya jinan dike ku em nasdikin derdixe holê."    'Ne tenê deqe saniye jî girîng in'   Cemîle got kesên li hember çareseriyê bêdeng dimînin tundiyê zêdetir dikin û ev tişt got: "Li Amedê jineke polîs bi kîn û nefreteke mezin êrîşî dayikekê kir. Hevalên vê polîsê ku li hember vê kîna wê matmayî man xwestin bibin asteng lê pê re negîhan. Piştî vê êrîşê dayikên ku hatin binçavkirin ters hatin kelepçekirin. Dise komeke Endamên KESK'ê yên jin ku li Amedê xwestin ji vê tundiyê re bibêjin êdî bes e bi derbkirinê hatin binçavkirin, parlamenter hatin tacîzkirin. Li Êlihê û îzmîrê jî ji ber ku dayikan çalakiyên bila zarokên me nemirin li dar xistin ew dayik hatin binçavkirin.  Piştî van êrîşan li Îzmîrê ji bo mehekê hemû çalakî hatin qedexekirin. Em dibêjin dem kêm maye ne tenê deqe saniye jî êdî girîng in."   'Tişta li dayikan hat kirin îşkenceye û divê sucdar bên darizandin'   Cemîle got ku her êrîşa li dayikan hat kirin îşence ye. Îşkence sûcê mirovahiyê ye û wiha got: "Divê tundî bi dawî bibe. Îşkence Sûc e divê îşkencekar bên darizandin."