Li ber deriyê Şaredariya Qoserê polîs hatin bicihkirin 2019-05-09 13:50:17   MÊRDÎN - Bi fermana Wezîrê Karên Hundir li ber deriyê ketin û derketina Şaredariya Qoserê ya HDP’ê polîs bi cih kirin. Piştî cîhaza X-Ray li deriyê şaredariyê danîn polîs li ber derî bi cih kirin.    Di hilbijartina 31'ê Adarê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qoserê Şaredarî qezenç kiribû. Piştî HDP'ê li gelek navçe û bajaran şaredarî qezenç kirin, bi fermana Wezirê Karên Hundir cîhaza X-ray û polîs tên bi cih kirin. Niha jî bi fermana Wezîrê Karên Hundir cîhaza X-ray bi cih kirin û polîs danîn ber deriyê Şaredariya Qoserê. Hevşaredara Qoserê Nilüfer Elik Yilmaz dema di civina Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin de bû, polîs hatin cîhaza X-ray bi cih kirin û ketin û derketina şaredariyê kirin bin kontrolê. Pişti vê bûyerê Hevşaredar Yilmaz û heyeta pêre ji civînê derketin û berê xwe dan Qoserê.